28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
KABUL
Hat ragihandin li Nangarhara li rojhilatê Efxanistanê di operasyona esmanî da fermandarekî DEAŞa rêxistina terorê hat kuştin.
Hazrat Huseyîn Maşrîkîvalê Berdevkê Midûriyeta Ewlehiya Nangarharê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got wesaîteke bêmirov a NATOyê li Açîna Navçeya Nangarharê bombe avêt kozikên DEAŞê.
Maşrîkîval diyar kir di êrîşê da Kazî Şahidê fermandarekî DEAŞê û endamek hat kuştin û 5 terorîst birîndar bûn.
Maşrîkîval destnîşan kir li Hasakî Mîneya Nangarharê jî 3 endamên DEAŞê hatin kuştin û 2 endam jî birîndar bûn.