Nihat Kavşut
22 Tebax 2020•Rojanekirin: 25 Tebax 2020
Milîtanên Talibanê li Xoce Bahaddîna navçeya wilayeta Taharê ku li rojhilatê bakurê Efxanistanê ye bi çekan êrîşî qereqola parêzvanan kirin û 9 parêzvan hatin kuştin.
Berdevkê Walîtiya Taharê Cewad Hicrî daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir ku milîtanan li Lala Guzera gundê Xoce Bahaddînê bi çekan êrîşî qereqola parêzvanan kirin.
Hicrî destnîşan kir ku ji ber êrîşê 9 parêzvan hatin kuştin û 2 kes jî birandar bûn û got ku di pevçûnê da gelek milîtan hatin kuştin.
Talibanê hê der barê mijarê da daxuyanî nedaye.
Du roj berê jî dijî heman qereqolê bi çekan êrîş hatibû kirin û 13 parêzvan û eskerek hatibûn kuştin.