19 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
AFRÎN
Li navenda navçeya Efrînê ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji YPG/PKKa rêxistina terorî hat paqijkirin, di avahiyeke 4 qat da teqîn çêbû û li gor agahiyên ewilîn 7 sivîl û 4 mensûbên Artêşa Azad a Sûriyeyê mirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, mensûbên Artêşa Azad duh êvarê li taxa Ehmed Şahawî dema ku di avahiyeke 4 qat da lêgerîn dikirin, bombeya ku terorîstan wek dafik danîbû teqiya.
Li gor agahiyên ewilîn di teqînê da 7 sivî û 4 mensûbên Artêşa Azad mirin. Gelek avahî û wesayitên der û dorê jî zirar dîtin.
Dema ku bû sibe tesîra teqînê paşê derket. Li cihê ku teqîn lê çêbû hat dîtin ku 4 metre çal çêbûye û gelek avahî nema tên xebitandin.
Nasir Fuadê ku di teqînê da du biraziyên wî mirin, hat cihê bûyerê û li ser cinazeyan giriya û bi Kurdî nalet li rêxistina terorî anî.
Fuad daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku duh êvarê teqîneke mezin çêbû û du biraziyên wî di teqînê da mirin.
Fuad bal kişand ku terorîstan di gelek avahiyan da bi vî hawî dafik danîne û wiha dewam kir: "Merivên ku ji wan nebûn, di malên wan da bombe û mayîn bi cih kirine. Em bi çûyîna wan kêfxweş bûn, lê çûn jî rehetiyê nadin me. Rewşa malbata biraziyên min pir xerab e, em nizanin bê ka em ê çi bikin. Em nikarin cesedan jî hildin."
Fadil Randavê mensûbê Artêşa Azad jî diyar kir ku ew ji ber şehadeta hevalên xwe xemgîn e û wiha dewam kir: "Birayên me li avahî kontrol dikirin bê ka tê da terorîst hene an na. Dema ku ketine hundir teqîn çêbûye. Cesed hê di hindur da ne. Jixwe hûn çala ku vebûye dibînin. Mebesta terorîstan tenê kuştina merivan e. Xwedê şehadeta hevalên me qebûl bike."