Önder Beyter
19 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
MOSKOVA
Li Rûsyayê di hilbijarina serokatiya dewletê da Vladîmîr Pûtîn ji sedî 76,67ê dengan wergirt û cardin bû serokê dewletê.
Li gorî encamên ne fermî yên ku Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê ya Rûsyayê ragihand, ji sedî 99,75ê sindoqan vebûn û herwiha Vladîmîr Putînê 65 salî jî ji sedî 76,67ê dengan wergirt. Bi vê encamê va Pûtîn dê ji bo cara 4emîn peywira serokatiya dewletê hilde ser milê xwe.
Di hilbijartina ku 8 namzed beşdar bûnê da namzedê Partiya Komunîst Pavel Grudinin ji sedî 11,76, serokê Partiya Lîberal û Demokratik a Rûsyayê Vladîmîr Jirinovskiy ji sedî 5,66, serokê Partiya Yabloko Grigoriy Yavlinsky ji sedî 1,04, serokê Partiya Mezinbûnê Borîs Tîtov ji sedî 0,75, serokê Partiya Konseya Gelê Rûsyayê Sergey Baburin ji sedî 0,65, serokê Partiya Komunîstên Rûsyayê Maksîm Suraikin ji sedî 0,68 û namzeda Partiya Înîsiyatifa Sivîl Kseniya Sobçak ji sedî 1,67 deng wergirtin.
Di daxuyaniyê komîsyonê da hat destnîşankirin ku beşdariya hilbijartinê ji sedî 67 e û herwiha li gorî hilbijartina çûyî, Pûtîn dengên xwe 5,1 milyon zêde kir û dengê 54,4 milyon welatiyî wergirt. Herwisa hat destnîşankirin ku ev rêje, rêjeya herî bilind a dengan ku Pûtîn heta niha wergirtiye.
- Serwerî wê 6 salên din jî di destê Putîn da be
Ji serokê Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê Josef Stalîn vir va Pûtîn, ew serokê Rûsyayê ye ku 18 sal e li ser postê serokatiya dewletê rûdinê. Tê pêşbînîkirin ku Pûtîn di serdema xwe ya nû da bi ser reformên aborî û sosyal va xwar be.