Şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19), rageşiya siyasî ya di navbera Amerîka û Çînê da û derketina pevçûnên ku li Qerebaxa Çiyayî şerê Azerbeycan û Ermenistanê da destpêkirin, dexme li çaryeka sêyemîn a sala 2020an dan.

Di çaryeka ewil a salê da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji ber ku li gelek welatan belav bû û bû sedema mirina însanan li welatan karantînayê dest pê kir,

Fermandarê Hêza Qudsê ya Îranê General Qasim Silêmanî bi operasyona Amerîkayê va hat kuştin, balafira rêwiyan ya Rêhewaya Ukraynayê li Îranê bi xetaya mirovî hat xistin, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra qaşo plana aştiyê eşkere kir û got ew Qudsê wek paytextê Îsraîlê qebûl dike.

Rayedarên Çînî ekîbek şandin bajarê Wuhanê ya ku Kovîd-19 cara ewil lê belav bû û dest bi lêkolînan kirin. Ji ber ku vîrus ji bilî Çînê li gelek welatan belav bû ew wek şewb hat îlankirin. Piştî vê bikaranîna masekeyan ket nav jiyana rojane, çûyîn û hatin, seyahat hat sînordarkirin û karantînayan dest pê kir.
Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Artêşa Parastvanên Şoreşa Îranê General Qasim Silêmanî li balafirgeha Iraqê bi operasyona Amerîkayê va hat kuştin. Kuştina Silêmanî li herêmê rageşiya Îran û Amerîkayê zêde kir. Îranê baregehên Amerîkayê yên li Iraqê li dû hevdu bombebaran kir. Amerîkayê jî der barê şexs û şirketên Îranî da biryara mueyîdeyan da. Ji ber van geşedanan "Li Rojhilata Navîn gelo şerekî nû dest pê dike?" hat pirsîn.
Di vê heyamê da balafireke rêwiyan ya Rêhewaya Ukraynayê ya ku tîpa wê "Boeing 737" li Îranê ji Balafirgeha Îmam Humeynî ya Navneteweyî rabû lê piştî demeke kurt ket, ji 176 kesî kesek jî sax nema. Serokatiya Sererkaniyê ya Îranê daxuyand dema ew li ser cihekî eskerî ya hesas derbas bûye bi xetaya mirovî ji hêla pergala parastina esmanî bi şaşî hat xistin.


Li Fransayê reforma teqawîdbûnê, li Şiliyê qeyrana hikûmetê, li Lubnanê qeyrana aboriyê, li Hindistanê Qanûna Welatîtiyê hatin protestokirin, bûyerên tundiyê çêbûn û gelek kes di van bûyeran da mirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî bi Serokê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra civîneke çapemeniyê li dar xist û qaşo plana aştiyê ya Rojhilata Navîn eşkere kir. Trump got di çarçoveya "Peymana Sedsalê" da ew Qudsê wek paytextê Îsraîlê ya ku nayê perçekirin qebûl dike. Gelek welat û saziyan bertek nîşanî vê planê da, Misilman derketin kolanan û ev biryar protestokirin. Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas got "Quds nayê firotin" û biryar qebûl nekir.

Di sala 2020î da bûyerên girîng ên di meha çileya paşîn, sibat û adarê da çêbûn wiha ne:
ÇILEYA PAŞÎN
2yê Çileya Paşîn
Li Çînê ji ber nexweşiya "behnstendinê ya biraz" ya ku hê nayê zanîn lê dişibe sendroma akuta bişidet a rêya nefesê (SARS) 59 kes mirin.
Teşkîlata Polêsan a Navneteweyî (Interpol) der barê Serokê Saziya Rêvebiriya Renault-Nîssan-Mîtsubîshî Allîanceê yê berê Carlos Ghosn yê li Japonyayê di hepsa malê da bû lê reviya Lubnanê da bultena sor belav kir.
3yê Çileya Paşîn
Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Artêşa Parastvanên Şoreşa Îranê General Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê rêxistina Heşdî Şebî Ebu Mehdî el-Muhendis li Bexdaya paytextê Iraqê êrîşeke bi moşekan va li balafirgehê hatin kuştin.
5yê Çileya Paşîn
Hikûmeta Îranê daxuyand ewê guh nedin teahutên peymana nukleerê.
7yê Çileya Paşîn
Di merasima cinazeyê Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Artêşa Parastvanên Şoreşa Îranê General Qasim Silêmanî ya li bajarê Kirmanê da îzdiham çêbû, 56 kes mirin û 213 kes birîndar bûn. Ji ber vê definkirina cinazeyê di 8ê çileya paşîn da çêbû.
Li Îspanyayê hikûmeta koalîsyona çepkir ya bi serokatiya serokê Partiya Karkeran a Sosyalîst Pedro Sanchez ava bû bi piştgiriya 8 partiyên siyasî ji meclisê raya pêbaweriyê hilda. Li Îspanyayê di dîroka demokrasiyê da piştî dîktator Franco ji 1977an vir va cara ewil hikûmeteke koalîsyonê ava bû.
8yê Çileya Paşîn
Artêşa Parastvanên Şoreşa Îranê daxuyand wan êrîşî Baregeha Esmanî ya Eyn el-Esed ya Amerîkayê ya li Iraqê kiriye û bi fuzeyên balîstîk va baregeh hatiye bombebarankirin. Îranê îdia kir di êrîşê da herî kêm 80 eskerên Amerîkayê hatin kuştin, lê Amerîkayê daxuyand di êrîşê da tu Amerîkayî nehatine kuştin.
Li Tehrana paytextê Îranê balafireke rêwiyan ya Rêhewaya Ukraynayê ya ku tîpa wê "Boeing 737" e ji Balafirgeha Îmam Humeynî ya Navneteweyî rabû lê piştî demeke kurt ket. Ji rêwî û murettebat jî di nav da ji 176 kesî kesek jî sax nema. Serokatiya Sererkaniyê ya Îranê di 11ê çileya paşîn da daxuyand dema ew li ser cihekî eskerî ya hesas derbas bûye bi xetaya mirovî ji hêla pergala parastina esmanî va bi şaşî hatiye xistin.
Li Îngiltereyê Dukê Sussexê Mîrza Haryy û jina wê Dûşeê Meghan MArkel daxuyandin ku ew dev ji endamdiya payebilind a malbata Qraliyetê berdidin.
9yê Çileya Paşîn
- Pêşnûmaya qanûnê ya Bretîxê ya verast dike ku Îngiltere ji YEyê veqete di parlamentoyê da hat qebûlkirin.
10yê Çileya Paşîn
Li Nîjerê êrîşî qereqoleke li ser sînorê Maliyê hat kirin, di êrîşa terorê da 89 kes hatin kuştin.
1yê Çileya Paşîn
- Siltanê Ummanê Kabus bîn Seîd di 79 saliya xwe da mir, li welêt 3 rojan şîn hat îlankirin.
15yê Çileya Paşîn
Li Misirê polêsan li ser ofîsa Kahîreyê ya Ajansa Anadoluyê (AA) da girt, jê yek Tirk, 4 xebatkar hatin binçavkirin. Hêzên ewlehiyê dest dan li ser pasaport, komputer û telefonên xebatkaran û nehîştin ew xwe bigîhinin derva. Tevgera polêsên Misirê di raya giştî ya navneteweyî da hat protestokirin. Welatiyê Tirkiyeyê Hîlmî Balci di 16ê çileya paşîn da, 3 xebatkarên din ên welatiyê Misrê jî di 19ê çileya paşîn da bi 10 hezar û 500 cuneyha (qasî 3 hezar û 500 lire) kefaletê va hatin berdan.
23yê Çileya Paşîn
Ji ber ku Myanmar dijî Misilmanên Arakanî komkujiyê dike Gambiyayê li ser navê Teşkîlata Îslamê dijî Myanmarê doz vekir. Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (DEN) di dozê da biryar da ku divê rê li ber komkujiya Misilmanên Arakanî bê girtin. Dîwana Edaletê ya Navneteweyî biryar da ku Misilmanên Arakanî di nav rewşeke tehdîdê da ne.
24yê Çileya Paşîn
Teşkîlata polêsan ya Îskoçyayê destûr da ku laçik jî bikaribe di nav uniformayên fermî da bê bikaranîn.
26yê Çileya Paşîn
Basketbolvanê navdar ê Amerîkî Kobe Bryant û qîza wê ya 13 salî Gîanna li Californiayê di qezayeke firokeyê da mirin. Ji bilî wan 7 kesên din jî di qezayê da mirin.
28yê Çileya Paşîn
- Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî bi Serokê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra civîneke çapemeniyê li dar xist û plana aştiyê ya Rojhilata Navîn yekalî eşkere kir.
31yê Çileya Paşîn
- Qraltiya Yekbûyî ji 31êê çileya pêşîn pê va piştî 47 salan ji endamtiya YEyê bi fermî veqetiya.
SIBAT
5ê Sibatê
Der barê Serokê Amerîkayê Donald Trump da li Senatoyê ji ber mijarên "Wezîfeya xwe xirab bi kar aniye" û "rê li ber xebatên Kongreyê girtiye" dengdayîn hat kirin û Trump da bêsûc hat îlankirin.
11ê Sibatê
Li Iraqê dîplomatê Tirk Osman Kose di 17ê Tîrmeha 2019an da li Hewlêrê hatibû şehîdkirin ku Mehkemeya Cezayê ya 2yemîn ji bo du failên şehîdkirina wî biryara îdamê da.
13ê Sibatê
Senatoya Amerîkayê pêşnûmaya biryarê ya ku rê li ber Serokê Amerîkayê Donald Trump digire ku ew bêyî pesendkirina Kongreyê rayeya xwe ya şer dijî Îranê bi kar bîne qebûl kir.
18ê Sibatê
Komîsyona Hilbijartinê ya Efxanistanê der barê hilbijartinên di 28ê îlonê çêbûn da biryara xwe eşkere kir û got Serokomar Eşref Ganî dîsa ji bo vê wezîfeyê hatiye hilbijartin.
19ê Sibatê
Li bajarê Hanauyê ya li ser Hessena eyaleta Almanyayê êrîşî du kefeyan hat kirin. Di van êrîşên terorê yên nijadperest da jê 4 Tirk 9 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. Di operasyona tîmên taybet da terorîstê êrîşkar Tobîas R. (43) û diya wî ya 72 salî mirî hatin dîtin.
23ê Sibatê
Li Hindistanê "Qanûna Welatîbûnê" hat guherandin û ji bo 6 komên dînî yên ji Pakistan, Efxanistan û Bangladeşê tên bikarin bibin welatî rê hat vekirin. Lê ji bo koçberên Misilman ev yek nehat qebûlkirin. Li ser vê li Yenî Delhiya paytextê Hindistanê 4 rojan protesto hatin kirin û di van xwepêşanan da 53 sivîl mirin.
25ê Sibatê
Serokomarê Misirê yê berê Husnu Mubarek di 91 saliya xwe da wefat kir.
28ê Sibatê
Îngiltereyê TAK û HPGya şaxên PKKya rêxistina terorê ne xiste lîsteya rêxistinên terorê.
29ê Sibatê
Nûnerên Talibanê û Amerîkayê "Peymana Li Efxanistanê Pêkanîna Aştiyê" ya ku pêvajoya aştiyê li Efxanistanê dide destpêkirin, îmze kirin.
ADAR
2yê Adarê
Nûnerê Taybet ê Libyayê yê NYyê Gassan Selame îstifaya xwe eşkere kir. Şûna wî dîplomatê Bulxar Nickolay Mladenov hat wezîfedarkirin.
4ê Adarê
Şewba Ebolayê ji tebaxa 2018an vir va dewam dikir ku ji ber şewbê 2 hezar û 264 kes mirin. Li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê nexweşê dawîn yê ku tedawî didît hat taburcîkirin.
6ê Adarê
Navenda Fînansê ya Londrayê City of Londonê xelata "Freedom of City"ê ya ku 3 sal berê dabû seroka Myanmarê Aung Sang Suu Çîî ji ber tevgerên tundiyê ya li dijî Misilmanên Arakanî paşve hilda.
8ê Adarê
Li Îranê di meha adar û nîsanê da ji ber gotegotên "alkol ji bo Kovîd-19ê baş e" gelek kesan araqa sexte vexxwar û 728 kesên araqa sexte vexxwarin jehrîbûn û mirin.
10ê Adarê
Şaxa jêr ya Parlamantoya Rûsyayê Dumayê verastkirina qanûna bingehîn ya ku dema wezîfeya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn dirêj dike, qebûl kir.
11ê Adarê
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Kovîd-19 weş şewba kurewî îlan kir.
17ê Adarê
Mutefîqên NATOyê pêvajoya endamtiya Makedonyaya Bakur pesend kirin. Makedanyaya Bakur di 27ê Adarê da hemû karên fermî qedand û bû endamê 30emîn a NATOyê.
23ê Adarê
Li Çadê endamên Boko Herama rêxistina terorê êrîşî endamên artêşê kirin, di êrîşê da 98 esker hatin kuştin.
24ê Adarê
Li Mozambîkê di kamyoneke tê da koçberên bêdestûr hene da cesedê 64 kesan hat dîtin.
28ê Adarê
Gerîllaya jin a Filistînî Theresa Halsa (66) li Urdunê wefat kir.
Balafira rêwiyan a ku aîdê Rêhewaya Navneteweyî ya Pakistanê (PIA) ye di navbera Lahor-Qaraçiyê da sefer dikir, nêzî Balafirgeha Qaraçiyê li qadeke niştewar ket û 97 kes tê da mirin.
Şêx Ebû Omer El Xoresaniyê Serkirdeyê Asyaya Başûr ê DEAŞa rêxistina terorê li Efxanistanê hat girtin û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (KSYO) daxuyand, êrîşa ku di adara 2017an da li dijî bajaroka Latamneyê ku dikeve bakurê Hamaya bajarê Sûriyeyê, bi destê hêzên rejima Beşşar Esed hat kirin. Van her du bûyeran jî di rojeva dinyayê da cihekî girîng girtin.
Di nîsan, gulan û hezîrana 2020î da rûdanên girîng ên wiha çêbûn:
5ê Nîsanê
- Serokwezîrê Lîbyayê yê berê Mehmûd Cîbrîl ji ber vîrusa koronayê mir.
- Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson ku testa wî ya Kovîd-19ê pozîtîf derketibû, rakirin nexweşxaneyê. Boris Johnson ji beşa nexweşên giran a ku tê da tedawî bû, hat derxisyin, di 12 nîsanê da ji nexweşxaneyê derket.
7ê Nîsanê
- Li Çînê hat daxuyandin ku cara ewil îro tu kes ji ber Kovîd-19ê nemir. Li bajarê Wuhanê yê li ser Hubeya eyaleta Çînê ku şewba vîrusa koronayê lê derket, karantîna hat rakirin.
8ê Nîsanê
- Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (KSYO) daxuyand, êrîşa ku di adara 2017an da li dijî bajaroka Latamneyê ku dikeve bakurê Hamaya bajarê Sûriyeyê, bi destê hêzên rejima Beşşar Esed hat kirin.
9ê Nîsanê
- Hikûmeta Çadê ragihand ku li rojavayê welêt di operasyona dijî Boko Herama rêxistina terorê da nêzî 1000 terorîst hatin berterefkirin.
13ê Nîsanê
- Li Lîbyayê hêzên hikûmetê li rojavayê Trablusa paytext qadeke nêzî sê hezar kîlomêtreqareyî ji milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû ên li rojhilatê welêt paşve stand.
14ê Nîsanê
- Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber şewba Kovîd-19ê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (DSO) sûcdar kir û daxuyand ku Amerîkayê fona dide rêxistinê, da sekinandin.
19ê Nîsanê
- Li Nova Scotiaya eyaleta Kanadayê kesekî bi çekê êrîş kir û 23 kes kuştin.
22yê Nîsanê
- Serokê Amerîkayê Donald Trump, ferman da sîtola Amerîkayê ku heke keştiyên şer ên Îranê keştiyên Amerîkayê tacîz bikin, li wan bixin.
23yê Nîsanê
Fermandarê Giştî yê Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Tumgeneral Huseyîn Selamî diyar û ferman kir ku li Korfeza Besrayê heke ewlehiya keştiyên sivîl an jî eskerî yên Îranê werin tehdîdkirin, li keştiyên şer ên Amerîkayê bixin.
25ê Nîsanê
- Li Yêmenê Konseya Berwext a Başûr ku Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî piştgirî didayê, li başûrê welêt xweserî îlan kir.
26ê Nîsanê
- Hat ragihandin ku li bajarê Wuhanê yê li ser Hubeya eyaleta Çînê ku şewba vîrusa koronayê ya nû lê derket, hemû nexweşên vîrusa koronayê ji nexweşxaneyê derketin û ew şandin malên wan.
27ê Nîsanê
- Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû ên li rojhilatê Lîbyayê îdia kir, "Hukmê Peymana Suheyratê (ku di hîmayeya Neteweyên Yekbûyî da hat îmzekirin) nema û ew derbasî miqamê rêvebiriya welêt bû".
28ê Nîsanê
- Hat ragihandin ku li eyaleta Hubeyê tu nexweşên vîrusê yên ku tên tedawîkirin, nemane.
- Li Efrîna navçeya Sûriyeyê bi tankera sotemeniyê ya ku tije bombe kiribûn va êrîşa terorê hat kirin û di êrîşê da 20 sivîl hatin kuştin.
29ê Nîsanê
- Li herêma Gyeonggiyê ya Koreya Başûr agir bi şantiyekê ket û 36 karker tê da mirin, 10 karker birîndar bûn.
- Ji welatên Afrîkaya Rojhilatê Kenyayê piştî baranên gur lehî û hezaz çêbû û 285 kes tê da mirin
30ê Nîsanê
- Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, wî delîl dîtin ku Kovîd-19 ji laboratuvareke bajarê Wuhanê yê Çînê derketiye, lê ew ê vê gavê nikaribe hûrguliyan parve bike.
5ê Gulanê
- Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (DSO) daxuyand, Amerîka îdia dike ku şewba Kovîd-19ê ji laboratuvareke bajarê Wuhanê yê Çînê derketiye, lê tu delîleke ku vê îdiayê piştrast bike, nîşan nade.
8ê Gulanê
- Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da 669 jê bi destê hêzên rejima Beşşar Esed, bi tevahî 855 personelên tenduristiyê hatin kuştin.
12ê Gulanê
- Hat ragihandin ku Şêx Ebû Omer El Xoresaniyê Serkirdeyê Asyaya Başûr ê DEAŞa rêxistina terorê li Efxanistanê hat girtin.
16ê Gulanê
- Felicien Kabugayê ku Mehkemeya Ceza ya Navneteweyî (UCM) weke kesekî ji berpirsên komkujiya Ruandayê dibîne, li Parîsa paytextê Fransayê hat girtin.
18ê Gulanê
- Artêşa Lîbyayê daxuyand ku wan kontrola Baregeha Eskerî ya Watiyyeyê ji milîsên Hefter stand.
20ê Gulanê
- Artêşa Lîbyayê daxuyand ku 8 pergalên parastina esmanî ya ku Ûrisan çêkiriye û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî ji milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû ên li rojhilatê welêt ra peyda kirin, hatin îmhekirin.
22yê Gulanê
- Balafira rêwiyan a ku aîdê Rêhewaya Navneteweyî ya Pakistanê (PIA) ye û di navbera Lahor-Qaraçiyê da sefer dikir, nêzî Balafirgeha Qaraçiyê li qadeke niştewar ket û 97 kes tê da mirin.

- Koalîsyona dijî DEAŞê ya ku Amerîka pêşengiya wê dike, daxuyand ku wan bi YPG/PKKya ku navê HSDyê bi kar tîne ra operasyon kir û qaşo berpirsê Bexdaya Bakur û qaşo berpirsê lojîstîkê li Sûriyeyê kuştin.
25ê Gulanê
- Li Minneapolîsa bajarê Amerîkayê piştî ku George Floydê reşik ê Amerîkayî bi tundiya polês hat kuştin.


26ê Gulanê
- Yekeya têkoşîna terorê ya Iraqê daxuyand ku qaşo berpirsê Iraqê yê DEAŞa rêxistina terorê hat kuştin.
28ê Gulanê
- Kongreya Gel a Neteweyî ya Çînê Qanûna Ewlehiya Neteweyî ya ku wê li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê were sepandin, qebûl kir.
- Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar da û tengavkirinên rejima Beşşar Esed salekê dirêj kir.
- Piştî ku li Minneapolîsa eyaleta Amerîkayê George Floydê reşik ê Amerîkayî bi tundiya polês hat kuştin, Waliyê eyaletê Tim Walz daxuyand ku wî li eyaletê rewşa acil îlan kir.
29ê Gulanê
- Piştî ku li Minneapolîsa eyaleta Amerîkayê George Floydê reşik ê Amerîkayî bi tundiya polês hat kuştin, li Amerîkayê bûyeran dest pê kir û di roja 3yem a bûyeran da xwepêşandêr ketin navenda polêsan û agir berdayê. Şaredar Jacob Frey derketina derva qedexe kir. Polês Derek Chauvinê ku çoka xwe da ser stûyê Floyd û ew xeniqand, hat girtin.
- Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (DSO) daxwaza wî ya "reforma bingehîn" bi cih neanî û wiha got, "Em îro bi Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ra têkiliya xwe bi dawî dikin".
30ê Gulanê
- Polêsê Îsraîlê li Qudsa Rojava a ku di binê dagirkeriyê da ye, li Filistîniyê ku ji hişê xwe astengdar e û hişyariya bisekineyê fêm nekir, xist û ew şehîd kir.
31ê Gulanê
- Mescida Eqsayê a li Qudsê ku ji ber Kovîd-19ê ji du mehan zêdetir girtî ma, cardin seba îbadetê vebû.
- Piştî ku li Minneapolîsa eyaleta Amerîkayê George Floydê reşik ê Amerîkayî bi tundiya polês hat kuştin, protestoyan dest pê kir û bûyer derketin, ji ber bûyerên tundiyê li paytext Washington DCyê derketina derva hat qedexekirin.
2yê Hezîranê
- Hat ragihandin ku li Kenyayê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derketina derva hat qedexekirin û 15 sivîlên ku guh nedan qedexeyê bi destê hêzên ewlehiyê hatin kuştin.
3yê Hezîranê
- Artêşa Lîbyayê daxuyand ku wan kontrola Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê ji milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû stand.
4ê Hezîranê
- Artêşa Lîbyayê daxuyand ku wan herêmên Eyn Zara û Wadî er-Rebiyê yên başûrê paytext Trablusê ji milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû stand û bi van herêman va temamiya sînorên îdarî yên Trablusê kontrol kir destê xwe.
8ê Hezîranê
- Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardernê diyar kir ku li welêt hemû pêketiyên Kovîd-19ê qenc bûn.
9ê Hezîranê
- Li Amerîkayê George Floydê ku bo şîdeta polês hat kuştin, li Houstina bajarê Texsasê hat definkirin.
10ê Hezîranê
- Li bakurê rojhilatê Nîjeryayê di êrîşên Boko Herama rêxistina terorê da 69 kes hatin kuştin.
- Piştî ku milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû ên li rojhilatê Lîbyayê ji başûrê Trablusê vekişiyan, mayîn li qadên sivîlan bi cih kirin û di teqîna mayînan da 27 kes hatin kuştin.
11ê Hezîranê
- Di 2018an da êrîşa terorê birin ser mizgefta nêzî Osloya paytextê Norveçê û kiryarê êrîşê Philip Manshaus 21 sal cezayê hebsê xwar.
12ê Hezîranê
- Li tevahiya Çînê ji zêdetirî 197 milyon xwendekaran piştî hildana tevdîrên Kovîd-19ê dest bi dersê kir.
16ê Hezîranê
- Koreya Bakur avahiyeke buroya îrtibata navbera Koreyan teqand.
- Li herêma Ladakhê ku dikeve bakurê rojhilatê Hindistanê di navbera eskerên Hînt û Çînê da pevçûn derket û 20 eskerên Hînt hatin kuştin.
17ê Hezîranê
- Ji bo Serokatiya Lijneya Giştî ya 75em a Neteweyên Yekbûyî (NY) namzedê Tirkiyeyê Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê berê û Sermizakereger, Serokê Komîsyona Karên Derva ya Meclisê Balyoz Volkan Bozkir hat hilbijartin.
18ê Hezîranê
- Nursultan Nazarbayevê Serokomarê Avakar ê Kazakistanê bi Kovîd-19ê ket.
25ê Hezîranê
- Li Hindistanê wexta ku barana gur dibarî, birûskê avêt û 116 kes mirin.
27ê Hezîranê
- Li Malaviya welatê Afrîkaya Rojhilatê hilbijartina serokatiya dewletê hat kirin û Lazarus Chakwera qezenc kir.
29ê Hezîranê
- Li Helmanda wilayeta Efxanistanê li bazara navçeya Sangînê di êrîşa roket û bombeyan da 23 sivîl hatin kuştin.
30ê Hezîranê
- Artêşa Lîbyayê daxuyand ku ji gorên komî yên li başûrê Trablusa paytext û yên li Terhune û derdora wê da di nav 23 rojan da bi tevahî 208 cesed hatin derxistin.
Şewba Kovîd-19ê dawiya biharê serê ewil li Amerîka û welatên Ewropaya Rojava belav bû, lêbelê ji havînê pê Brezîlya di serî da ber bi welatên Amerîkaya Başûr, parmezîna xwarê Hindê û Rûsyayê bû.
Mijara Hong Kongê, îdiayên sîxuriyê, zordestiyên dijî Tirkên Uygur û Taywan bûn sedem ku di peywendiyên Amerîka û Çînê da rageşî derkevin. Ji ber vê çendê jî Amerîkayê 22yê tîrmehê ji Çînê xwest ku konsolosxaneya xwe ya li Houstonê di 72 saetan da vala bike. Konsolosxaneya Çînê hat girtin, rêveberiya Pekînê jî beramberî vê yekê telîmata girtina konsolosxaneya Amerîkayê ya li bajarê Çingduyê da.
Di pevçûnên li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê da 14ê tîrmehê ji artêşa Azerbeycanê yek jê tumgenereal 7 esker şehîd bûn û vê yekê, şerê rizgarkirina Qerebaxa Çiyayî ji dagiriyê da destpêkirin. Artêşa Azerbeycanê 27ê îlonê piştî ku hêzên Ermenî li dijî cîwarên sivîlan ên li nêzîkî Qerebaxa Çiyayî gule agirkirin, ji bo rizgarkirina axa xwe ya dagirkirî dest êrîşî kir.

Di mehên tîrmhe, tebax û îlon ên 2020an da van geşedanên girîng rû dan:
3 Tîrmeh
- Hat ragihandin, di referanduma guhertina destûra welêt ku derfetê dide ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn heta 2036an serokatiya dewletê bike da ji sedî 77,92yê gel dengê "Erê" da.
7 Tîrmeh
- Serokê Dewleta Brezîlyayê Jair Bolsonaro bi Kovîd-19ê ket.
9 Tîrmeh
- Li Koreya Başûr Şaredarê Seulê Park Won-soon ku malbata wî serî li polês da ku wenda ye, di nava daristanên li bakurê bajêr da mirî hat dîtin.
- Amerîkayê ji ber zordestî û tundiya dijî Tirkên Uygur ên li Herêma Xweser a Uygura Sîncana Çînê û her wiha zordestiya dijî kêmneteweyên Misilman, qedexe hatina welêt li dijî hin peywirdarên payebilind ên Çînî sepand.
14 Tîrmeh
Di pevçûnên li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê da 14ê tîrmehê ji artêşa Azerbeycanê yek jê tumgenereal 7 esker şehîd bûn.
15 Tîrmeh
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber Qanûna Ewlekariya Neteweyî ya ku ji bo Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê hat pejirandin, pêşnumaya sepandina astengkirinên dijî rêveberên Çînî pejirand, imtiyazên herêmê yên di warê bazirganiyê da bi dawî kirin.
16 Tîrmeh
- Artêşa Ermenistanê xwest êrîşî kozikên Azerbeycanê yên li ser sînor bike û li dijî cîwarên sivîlan gule agir kirin.

18 Tîrmeh
- Li paytextê Taylandê Bangkokê bi hezaran kes bi daxwaza destûra nû û bidawîkirina qanûnên zordest, xwepêşandanên djiî hikûmeta Serokwezîr Prayuth Çan-oça kirin.
20 Tîrmeh
- Rêveberiya Amerîkayê bi sedema ku di binpêkirina mafên mirovan ên dijî Tirkên Uygur ên li Herêma Xweser a Uygura Sîncanê da rola wan heye, li dijî 11 şîrketên Çînî astengkirin sepandin.
22 Tîrmeh
- Ji ber ku li dervayî avahiyê belge şewitandin, Amerîkayê ji Çînê xwest ku konsolosxaneya xwe ya li Houstonê di 72 saetan da vala bike.
23 Tîrmeh
- Çînê di çarçoveya peywira Marsê ya bi navê "Tianwen-1" da wesayîtên keşfê şandin Gerstêrka Sor.
24 Tîrmeh
- Hikûmeta Çînê beramberî ragirtina Konsolosxaneya Çînê li Houstonê, telîmata girtina konsolosxaneya Amerîkayê ya li bajarê Çingduyê da.
29 Tîrmeh
- Rêveberiya Amerîkayê di çarçoveya "Qanûna Sezar a Parastina Sivîlên Sûriyeyê" da hin kesayetên Sûriyeyî ku di navê da kurê Beşar Esed, Hafiz Esed jî heye, li lîsteya astengkirinan zêde kir.
30 Tîrmeh
- Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) wesayîta keşfa Marsê "Perseverence" firand fezayê.
31 Tîrmeh
- Rêveberiya Amerîkayê bi sedema ku di binpêkirina mafên mirovan ên dijî Tirkên Uygur ên li Herêma Xweser a Uygura Sîncanê da rola wan heye, saziyeke rêveberiya Çînê û 2 peywirdarên Çînî li lîsteya astengkirinan zêde kir.
3 Tebax
- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, heger şaxa li welatê wî ji şîrkete Amerîkayî ra neyê firotin, ew ê platforma medyaya civakî ya Çînê TikTokê 15ê îlonê qedexe bikin.
4 Tebax
- Li Libnanê li Bendera Beyrûtê tankera amonyum nîtrat barkirî teqiya, bi sedan kes mirin. Ji ber teqînê bender û dewrûber wêran bû.
![]()
5 Tebax
- Serokwezîrê Hindistanê Nerandra Modi beşdarî danîna xîmê perestgeha Hindû ku dê li şûna Mizgefta Babrî ya dîrokî were çêkirin, bû.
7 Tebax
- Rêveberiya Amerîkayê 11 kes ku di navê da Serrêvebera Hong Kongê Carrie Lam jî heye, li lîsteya astengkirinan zêde kir.
11 Tebax
- Li Belarusê piştî ku Aleksandr Lukaşenko di hilbijartina serokomariyê da bi ser ket, li welêt protestoyan dest pê kir û di xwepêşandanan da zêdeyî 2 hezar kesî hatin binçavkirin.
18 Tebax
- Li Maliyê ku li Afrîkaya Rojava welatek e, eskerên derbekar, Serokomar Îbrahîm Boubacar Keita û hin wezîr destgîr kirin.
19 Tebax
- Serokomarê Maliyê Îbrahîm Boubacar Keita ku bi hewildana derbeya eskerî hat destgîrkirin, eşkere kir ku wî îstifa kir.
26 Tebax
- Rêveberiya Amerîkayê bi sedema ku piştgiriyê didin çalakiyên eskerî û her wiha ji ber sedema xebatên înşeatê yên li Behra Çîna Başûr, 24 şîrketên Çînî û hin welatiyên Çînê li lîsteya astengkirinan zêde kir.
27 Tebax
- Terorîst Brenton Tarrant ku li bajarê Christchurch ê Zelanda Nû êrîşî 2 mizgefta kiribû, 51 kes şehîd, 49 kes jî birîndar kiribûn, cezayê hebsa muebetê xwar.
![]()
28 Tebax
- Serokwezîrê Japonyayê Abe Şînzo tenduristiya xwe wekî sedem nîşan da û ji peywira serokwezîriyê ku ji sala 2012an vir va didomand, îstifa kir.
- Li Maliyê serekê derbeya eskerî Assimi Goita ji hêla derbekeran wekî "serokomar" hat ragihandin.
2 Îlon
- Rêveberiya Amerîkayê li dijî Serdozgera Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) Fatao Bensoudave û peywirdarên din ên dozgeriyê biryara astengkirinê sitand ku kesên navborî îdiayên, li Efxanistanê eskerên Amerîkayî sûcê şer kirin, lêpirsîn dikin.
4 Îlon
- Li Hindistanê hejmara rojane ya pêketiyên Kovîd-19ê ku derket 87 hezar û 115an, ji hejmara 85 hezar û 146 a li Çînê ku şewb li vê derê derket, derbas bû.
7 Îlon
- Dadgeha Cezayê ya li paytextê Erebistana Siûdî Riyadê, ji berşikên ku ji ber cinayeta Cemal Kaşikçi tên darizandin, ji 5an ra jê ji her yekî ra 20, ji 2yan ra jê ji her yekî ra 7 sal cezayê hebsê da.
8 Îlon
- Fermandarê berê yê Sirb Ratko Djurkovic ku ji ber kiryara sûcê şer ê dijî sivîlên Bosnayî yê di Şerê Bosnayê (1992-1995) da lê digeriyan, li rojhilatê bakurê Bosna Herkesê li bajarokê Ugljevikê hat girtin.
10 Îlon
- Weqfa Parastina Xwezaya Dinyayê (WWF) ragihand, populasyona jiyana kovî ya li dinyayê di 46 salên dawîn da bi nîvekî ji sedî 68 kêm bû.
11 Îlon
- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, piştî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, ji welatên Kendavê Behreynê jî biryar sitand ku peywendiyên digel Îsraîlê asayî bike.
15 Îlon
- Rêveberiya Amerîkayê ragihand, ew ê îdxalata alavên wekî pembû, cilûberg, perçeyên komputerê û berhemên por ên 5 saziyên ku gelê Uygurê yê li Herêma Xweser a Uygura Sîncana Çînê bi zorê lê tê xebitandin, asteng bikin.
16 Îlon
- Li Japonyayê Suga Yoşihide ku di hikûmeta serokwezîrê karberdayî Abe da sekreterê kabîneyê bû, di rûniştina awarte ya li Meclisa Nûneran da wekî serokwezîrê nû yê welêt hat hilbijartin.
22 Îlon
- Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson diyar kir ku şewba Kovîd-19ê derket asteke xeternak û lewma jî telîmata girtina bar û restoranan a di saet 22.00yan da da û xwest ku xebata ji malê were domandin.
27 Îlon
- Piştî ku hêzên Ermenî li dijî cîwarên sivîlan ên li nêzîkî Qerebaxa Çiyayî gule agirkirin, artêşa Azerbeycanê êrîş da destpêkirin.
news_share_descriptionsubscription_contact
