Önder Beyter
14 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2020
Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 251 zêde bû û derket 52 hezar û 447an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 251 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 7 hezar û 501 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 52 hezar û 447an, jimara pêketiyan jî derket milyonek û 115 hezar û 770yan.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 711an giran e û heta niha 823 hezar û 231 kes jî qenc bûne.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 6 milyon û 750 hezarî zêdetir test hatine kirin û daxuyand ku li temamiya welêt 12 navçe di nav herêmên sor, 288 navçe di nav herêmên tûtik û 148 navçe jî wek herêma zer hatine kifşkirin.
- Ji bo aşiya Kovîd-19ê hevdîtin digel Çîn, Rûsya û Hindistanê didomin
Berdevk Lariyê her wisa bal kişand ku Wezareta Tenduristiyê ji bo kirîna aşiya Kovîd-19ê digel Çîn, Rûsya û Hindistanê hevdîtinan didomîne, lê astenga herî mezin a di vê mijarê da astengkirinên Amerîkayê ne.
Lariyê diyar kir ku li welêt çar şîrket xebatên xwe yên li ser aşiyê didomînin, xebatên klînîkê yên aşiya ku ji hêla şîrketekê hat dahênandin dê meha bê dest pê bikin, heger aşî serkeftî bibe jî ber bi mehên havînê aşî dê ji bo nexweşên ku rîsk li ser wan heye, amade bibe.
Her wisa Lariyê got ku heta niha çi nava welêt çi dervayî welêt aşî nehatiye dabînkirin, lewma jî sînordarkirinên dijî Kovîd-19ê jî dê bidomin.