İbrahim Atmaca,Önder Beyter
13 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2020
Li Qerebaxa Çiyayî hêzên Ermenistanê yên ku di nav dar û daristanan da xwe veşartine di nav hefteyeke dawîn da êrîş kirin hat ragihandin ku di van êrîşan da 4 eskerên Azerbeycanê şehîd bûn.
Wezareta Parastina Azerbeycanê û Servîsa Ewlehiyê ya Dewletê derbarê binpêkirinên agirbestê yên derdora bajaroka Hadruta Qerebaxa Çiyayî da daxuyaniyeke hevpar weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin piştî ku Rûsya û Ermenistanê di 10ê mijdarê da agirbest îmze kir, hin hêzên çekdar ên Ermenistanê di nav daristana bajaroka Hadrutê ya bajarê Xocawendê da man.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku li gor çapemeniya Ermenistanê ev hêzên çekdar di nav daristanê da rêya xwe şaş kirine û miqamên Ermenistanê ji bo ku hêzên navborî ji herêmê werin derxistin, serî li fermandariya unsûrên Ûris dane.
Li gor daxuyaniyê aliyê Azerbeycanê ji bo vekişîna grûbên çekdar ên Ermenistanê hemû şert û merc pêk anîn, unsûrên Ûris jî bi hoparloran bangî grûbên çekdar ên nav daristanê kirin ku ji herêmê derkevin.
Hat ragihandin, hêzên Ermenistanê yên navborî şûna ku herêmê biterikînin, kozikên şer çêkirine, van dawiyan jî li dijî sivîl û eskerên Azerbeycanî çalakiyên teror û sabotajê dikin.
Hat diyarkirin, hêzên Ermenistanê nişkêva êrîşî eskerên Azerbeycanî yên li gundê Sûrê yê Xocewendê peywirdar kirin, 3 esker şehîd, 2 kes jî birîndar kirin.
Her wisa di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, 8ê berfanbarê li nêzîkî bajarokê Hadrudê hêzên Ermenistanê êrîşî Azerbeycaniyên montaja ekîpmanên ragihandinê dikirin kirin, eskerek şehîd kir, sivîlekî xebatkarê şîrketeke operatorê mobîl jî birîndar kir.
Hat balkişandin, ji ber êrîşan Servîsa Ewlekariya Dewleta Azerbeycanê bi neçarî li herêmê operasyona terorê da destpêkirin.
Di daxuyaniyê da her wisa bang li Ermenistanê hat kirin ku pabendî danezana sêalî bibe, rêgezên agirbestê cîbicî bike, ji provokasyonan dûr bisekine û ew yek jî hat diyarkirin ku aliyê Azerbeycanê bi unsûrên Ûris ra di kordînasyoneke nêzîk da ye û ji bo aştiya herêmê hevkariyê dike û xebatên xwe didomîne.