Sercan İrkin
10 Îlon 2025•Rojanekirin: 11 Îlon 2025
Hat ragihandin ku li dijî keştiyeke din jî ya Fîloya Sumudê ya Kurewî ya ji bo têkşikandina dorpêça Îsraîlê ber bi Xezeyê va diçe, bi dronê va êrîş hat kirin.
Fîloya Sumudê ya Kurewî li ser platforma medyaya civakî ya şirketa Instagramê ya navend Amerîkayê der heqê mijarê da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, li dijî keştiyeke din jî ya Fîloya Sumudê ya Kurewî ya ji bo têkşikandina dorpêça Îsraîlê di 31ê Tebaxê da ji Îspanyayê ber bi Xezeyê bi rê ket, bi dronê va êrîş hat kirin.
Di daxuyaniyê da her wiha hat diyarkirin, şewatên ku ji ber êrîşê derketin, di kurtemekê da hatin temirandin û zirar negihîşt kesî.
Leyla Hegazya ji aktîvîstên di tekneyê da ji bo êrîşê wiha got, "Nobeta min a şevê nû xilas bûbû û ez çûm razanê lewra ez ê di saet duduyan da cardin rabûyama. Nobeta din nû dest pê kiribû û me qêrîna yekî bihîst ku digot 'dron' û em revîn hundir û her wiha min êleng li xwe kir."
- "Êrîşa bi dronê li dijî Fîloya Kurewî Sumudê
Şeva borî, rêveberiya Fîloya Kurewî Sumudê li ser medyaya civakî ragihandibû ku "êrîşeke siyonîst a bi dronê li dijî keştiya herî mezin a di fîloyê de pêk hat."