Li dibistanên li bakurê Sûriyeyê pirtûkxane tên vekirin
Di pirtûkxaneyên li dibistanên navçeyên Ezez, Efrîn, Cerablus û Babê bên avakirin da wê pirtûk û berhemên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî hatine çapkirin, cî bigirin.
Azez
Li bakûrê Sûriyeyê ji bo 805 dibistanên di nav herêmên bi saya hereketa Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê ji terorê hatin rizgarkirin da ne wê pirtûkxane bên avakirin.
Bi saya projeya Midûriyeta Giştî ya Hînbûna Seranserê Jiyanê ya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê û Komeleya Xêrxwazî Alîkarî û Piştevaniyê va dibistanên li bakurê Sûriyeyê ne dibin xwedî pirtûkxane.
Di çarçoveya projeyê da ji bo 805 dibistanên li herêmên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê ne wê di nav 2 mehan da pirtûkxane bên avakirin.
Di pirtûkxaneyên li dibistanên navçeyên Ezez, Efrîn, Cerablus û Babê bên avakirin da wê pirtûk û berhemên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî hatine çapkirin, cî bigirin.
Tê payîn ku pirtûkxaneyên li herêmê bên avakirin gelekî bi kêrî herêmê bên û xwendekar jê îstifade bikin.
- Pirtûkxaneya ewil li Ezezê hat vekirin
Li navçeya Ezez a hemberî Kilîsê dikeve di çarçoveya projeyê da pirtûkxaneya ewil hat vekirin.
Ji Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, Wezareta Karên Navxweyî û Komeleya Xêrxwazî Alîkarî û Piştevaniyê rayedar tevlî merasima vekirina pirtûkxaneyê bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.