Elif Orhan
28 Adar 2019•Rojanekirin: 29 Adar 2019
Li Dakkaya paytextê Bangladeşê di avahiyeke pirqatî da şewat derket. Di avahiyê da gelek kes mehsûr man.
Rayedarê Yekîneya Agirkujiyê Îrşad Huseyîn got ku li avahiya bi navê "FR Tower" ku li taxa Bananiyê wekî ofîs tê bikaranîn da şewat derket.
Hat diyarkirin ku hin kes di avahiyê de mehsûr mane û firokeyên eskerî jî di operasyona xilaskirinê da cî digirin.
Çapemeniya herêmî ragihand ku hin kesên ku di avahiyê da asê mabûn xwe ji paceyan avêtin, li qatên jorîn kesên ku di paceyan de hewarê dixwazin tên dîtin.