Haydar Şahin
28 Adar 2019•Rojanekirin: 29 Adar 2019
Wekîlê Wezîrê Karên Derva û Wezîrê Gihandinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îtîraf kir ku li pişt êrîşa li ser Heleba bajarê Sûriyeyê ya do êvarê artêşa Îsraîlê heye.
Katz ji radyoyeke herêmî ra axivî û got "Li gor agahiyên Îraniyan êrîşa do êvarê Îsraîlê kir." û îdiayên dibêjin êrîşa li ser Helebê bi destê artêşa Îsraîlê hatuye kirin rastand.
SANAya ajansa xeberan a fermî ya rejima Esed diyar kiribû ku teyareyên şer ên Îsraîlê do bi şev bi fuzeyan êrîşî Şêx Necara herêma di destê rejimê da kirin.
Çavkaniyên herêmî îdia kiribûn ku di êrîşê li ser Helebê da depoya sîlahan a hêzên Îranê lê bûn xistin hedef.
- Êrîşên li ser Sûriyeyê yên Îsraîlê
Îsraîl bi taybetî di van salên da wîn da hêzên Îranê yên li herêmê wekî hincet nîşan dide û êrîşî herêmê Sûriyeyê dike. Her çiqasî rêveberiya Tel Evîvê berpirsyariya van êrîşan hilnede ser xwe jî him rejima Esed, him Rûsya israr dikin ku li pişt gelek êrîşên li ser Sûriyeyê Îsraîl heye.
Îsraîl îsal êrîşên li ser hedefên Îranê yên li Sûriyeyê hildide ser xwe.
Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê çend roj piştî êrîşa li ser Balafirgeha Şamê ya 11ê rêbendanê daxuyanî dabû û gotibû ku li pişt êrîşê welatê wan heye.
Pispor dibêjin ji ber ku di 9ê nîsanê da hilbijartine pêşwext heye Netanyahu û weîzrên wî êrîşên li ser hedefên Îranê yên li Sûriyeyê hildidin ser xwe.