Haydar Şahin
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
PEKİN
Hat ragihandin ku li Çînê di kaneke komirê da teqîna xazê çêbû, di encama teqînê da 5 kes mirin.
Li gor xebera Şînhuaya ajansa nûçeyan, bi şev di kana komirê ya saziya Hunan Baodian Qunli Mining Co. ya ku li Şaodonga bajarê Hunana eyaleta Çînê ye teqîn çêbû.
Li gor delîlên ewil hat tesbîtkirin ku sedema teqînê xaza metanê ye û di qezayê da 5 kes mirin. Ekîbên tenduristiyê û yên lêgerîn û xilaskirin sewqî ciyê qezayê kirin û li ser bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.