Elif Orhan
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
BRUKSEL
Piştî ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê eşkere kir biryar da ku ji peymana nukleer a Îranê re vekêşe Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk diyar kir ku YE dê di nav yekîtiyê de tevbigere.
Tusk ji ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek weşand û got ku "Li dijî polîtîkayên Trump yên weke bazirganiyê û peymana nukleer a Îranê, YE dê di nava yekîtiyê de tevbigere."
Tusk bi bîr xist ku serokên Yekîtiya Ewropayê dê di 17ê gulanê de li Sofyaya paytextê Bulgaristanê bicivin û agahiya dê peymana nukleer a Îranê û mijarên bazirganiyê di lûtkeyê de bên rojevê parve kir.
YE: "Em ê wek civaka navneteweyî peymana nukleer biparêzin."
Ji Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, "Em ê wek civaka navneteweyî peymana nukleer biparêzin."
"Fransa, Îngiltere û Almanya ji ber biryarê xemgîn in"
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku Almanya, Îngiltere û welatê wî ji ber biryara vekişîna Trump ya ji peymana nukleerê ya Îranê xemgîn in.
Macron ji ser hesaba xwe ya çapemeniya civakî peyam parve kir û got ku "Fransa, Îngiltere û Almanya ji ber biryara vekişîna Trump ya ji peymana nukleerê ya Îranê xemgîn in. Pergala astengkirina belavbûna çekên nukleer bin xetereyê de ye."
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokwezîriya Îngiltereyê hat dayîn de jî hat ragihandin ku Serokwezîr Therese May îşev ni Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Macron re li ser telefonê axivî.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku serok li ser daxuyaniya Îranê ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê hevdîtin kirin û da zanîn ku di mijara berdewamiya girêdana peymana nukleer a Îranê de nêrînên wan wekî hev in.
Ji NATOyê daxuyanî
NATOyê daxuyand: "Piştî ku Amerîkayê ji peymana Îranê vekişiya em hemû aliyan teşwîq dikin ku ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh a ku dê berî bigire ku Îran çekên nukleer pêş bixe bixebitin."