Fatih Gazioğlu
01 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
ANKARA
Li Çiyayê Shînmoeyê agirî yê ku ji aliyê başûrê Japonyayê teqînek çêbû
Li gor daxuyaniya ku ji Ajansa Meteorolojiya Japonyayê hat dayîn, teqîna çiyayê ku li Girava Kyushuyê li gor saeta herêmî di 11.00an de çêbû.
Hat ragihandin ku piştî teqînê çiyayê agirî xweliyê direşîne.
Li herêmê di radeya sêyemîn de hişyarî hat dayîn û hat xwestin ku welatiyên derûdorê dijîn ji 2 kîlometreyan zêdetir nêzî çiyê nebin.
Li Çiyayê Shînmoeyê herî dûmahiyê di sala 2017an de teqînek çêbûbû û nêzî 2 kîlometre û nîvan dûr xwelî reşandibû.
Li Japonyayê ji 100î zêdetir çiyayên agirî yên aktîf hene.