Haydar Şahin
01 Adar 2018•Rojanekirin: 03 Adar 2018
HAKKARİ
Suleyman Dayanê ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê rûdinê wekî hobiyê dest bi çandiniya kulîlkan kir û jê ra bû kar.
Dayanê (52) bavê 5 zarokan ê ku li navçeyê bi navê "Suleymanê Gulfiroş" tê zanîn di xortaniya xwe da qasî demekê di karê temîrata bîlardoyê da xebitî.
Dayan di 22 saliya xwe da beşdarî merasimeke vekirinê bû, xeml û kulîlkên li wê derê dît û di tesîra wê da ma, paşê bi kulîlkan ra eleqedar bû.
Dayan wekî hobiyê dest bi vî karî kiribû lêbelê demekê şûnda ev ji xwe ra xiste kar û biryar da ku karê xwe mezin bike.
Dem ji ser ra derbas bû û Dayan dest bi karê Pet Shopê jî kir. Ev 30 sal e Dayan ji bo welatiyan û burokratan baqên kulîlkan amade dike.
Dayan di daxuyaniy xwe da got ku di zaroktî û xortaniya xwe da di karên cuda da xebitî.
Dayan got ku zehf ji tebîetê hez dike û wiha pê da çû: "Ez beşdarî merasimeke vekirinê bûm. Li wê derê di tesîra kulîlkan da mam û min wekî hobiyê dest bi vî karî kir. Paşê jî vegerande kar. Ez ê ji îro şûnda jî karê xwe bidomînim. Lewra fikra min ew e ku hinekî dîsa pêş bixim."
Dayan got ku li navçeyê çend sera ava kirine û dixwaze tê da hin kulîlkên guldangan û kulîlkên tên jêkirin biajo, vî karî di nav şert û mercên zor da dike.
Dayan got ji ber ku bajar dûrî navçeyê ye di gihandina siparîşan da tengasiyê dikişîne û wiha pê da çû:
"Navçeya me ji wan ciyên ku ez jê kulîkan dikirim dûr e. Ligel vê ez ji karê xwe hez dikim. Ji ber hezkirinê ye ku ez bi salan e didomînim. Ev bi salan e ku ez ji jin û mêran, dilketiyan, dawetan, burokratan, heval û hogiran ra kulîlkan amade dikim. Hetanî ku ji destê min tê ez karê xwe dikim. Berê paşnava me hebû. Nika paşnava me bûye gulfiroş. Paşnava min Dayan e, dema bêjin Dayan tu kes nas nake. Her kes min wekî Suleymanê Gulfiroş nas dike."