24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
GAZİANTEP/HALEP
Li Cerablusa ku di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê de ji DEAŞa rêxistina terorê hat paqijkirin di demeke nêz de wê 430 polês dest bi wezîfeyê bikin.
Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) ku demek berê ji bo parastina ewlehiya herêmê ji bo komên çekdar ên li herêmê derxe derveyî bajêr dest bi xebatan kiribû, niha bi piştevaniya Tirkiyeyê teşkîlata polêsan ava dike. Di vê çarçoveyê de namzedên polêsan ên ku hatin perwedekerin wê di demeke nêz de dest bi wezîfeyê bikin.
Wek mayin li navenda bajêr jî avahiyeke ji bo polêsan tê dîzaynkirin.
Ebû Celalê Fermandarê Tûgaya El Hamza ku ji komên ASAyê ye û xebtan organîze dike ji nûçegihanê AAyê re got ku ji bo li herêmê jiyan normalîze bibe xebatên xwe didomînin.
Celal got: "Me ji Tirkiyê alîkarî xwest. Xwedê ji wan razî be 430 kes perwerde kirin. Di nav van hevalên me yên wê wekî polês bixebitin da him ji ASAyê hene him jî ji gelê sivîl meriv hene. Polês wê rojek du roj şûnde dest bi wezîfeyê bikin."