29 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê 37 qaçaxên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî herin girava Mîdîlliyê ya Yewnanistanê, hatin girtin.
Tîmên Cendirmeyan ên Ayvacikê li ser îxbarekê li gundê Buyukhusunê operasyonek kirin.
Di operasyonê de 37 qaçaxên efxan yên ku hewl didan bi keştiyên dar ve herin Yewnanistanê hatin girtin.
Piştî karên wan ên fermî rêvebiran qaçax teslîmî Navenda Paşveşandinê ya Biyaniyan ya li Ayvacikê kirin.