Mesut Zeyrek
26 Hezîran 2021•Rojanekirin: 27 Hezîran 2021
Li Wurzburga bajarê Almanyayê êrîşkarekî bikêr li navenda bajêr êrîşî kesên ji rê ra derbas dibûn kir, 3 kes kuştin û hin ji wan xedar herî kêm 6 kes birîndar kirin.
Li gor daxuyaniya polêsan li Meydana Barbarossayê ya bajarê Wurzburgê êrîşkarekî bikêr êrîşî kesên ji rê ra derbas dibûn kir.
Di êrîşê da li gor tesbîtên ewil 3 kes hatin kuştin, hin jê giran herî kêm 6 kes birîndar bûn.
Polês êrîşkar girt.
Li gor xebarên ku di çapemeniya herêmî da cî girtin polêsan gule berdan lingê êrîşkar û ew rawestandin.
Polêsan bi şirîda ewlehiyê herêma ku bûyer lê qewimî girtin.
Hat gotin ku gelek ambûlans û wesayîtên polêsan hatin cihê bûyerê.