İbrahim Atmaca
17 Sibat 2020•Rojanekirin: 18 Sibat 2020
Li Agiriyê ji ber berfa ku barî şofêran tengasî kişand.
Li navçeya Bazîdê ji serê sibê pê va berf barî û navenda navçeyê di binê berfê da ma.
Welatiyan jî berfa ber kargeh û mala xwe avêt.
Li navenda navçeyê qalindahiya berfê derket 10 santêmî, şofêran di rêya navbera Qesra Îshaq Paşa û navenda navçeyê da ku 7 kîlomêtre ye, tengasî kişand û hêdî hêdî çûn û hatin.
Berf li ser rêyên ku Agiriyê bi bajarên din û bi Îranê va girê dide jî barî.
Şofêrên ku ji Agiriyê ber bi Îran, Wan û Îdirê va diçûn, dema ku ji navçeyê ra derbas bûn, tengasî kişandin.
Gelek wesayîtên giran ên ku ji ser Deriyê Sînor ê Gurbulakê ra ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bûn, qederekê li tesîsên navçeyê man ku berf dayne û rê werin paqijkirin.
Ekîbên rêbej, şaredarî û Îdareya Taybet a Bajêr berfê davêjin û rêyan paqij dikin.