İbrahim Atmaca
17 Sibat 2020•Rojanekirin: 18 Sibat 2020
Li gor daxuyaniya ku ji Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê hat dayîn, li welêt jimara kesên ku koronavîrusa nû (Kovîd-19) kişiyanê derket 70 hezar û 548 kesan û ji wan rewşa 10 hezar û 644 kesan giran e, jimara kesên ku mirin jî derket 1771an.
Jimara kesên şik û guman li ser hene ku vîrus kişiyabin wan jî daket 7 hezar û 264 kesan, kesên ku di binê mişahedeyê da ne jî wek 150 hezar û 539 kes hatin eşkerekirin. Kesên ku vîrus di wan da hat dîtin, qenc bûn û şandin malên wan jî derket 10 hezar û 844 kesan.
Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê jimara kesên ku vîrus kişiyanê derket 57an, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî ev jimar wek 10 hat eşkerekirin.
Di 24 saetên dawîn da 105 kes mirin
Ji ber şewba Kovîd-19ê, li welêt di 24 saetên dawîn da 105 kes mirin, vîrus kişiya 2 hezar û 48 kesên din. Ji miriyan 100 kes ji eyaleta Hubeyê, 3 kes ji Hunanê, 2 kes jî ji eyaleta Guangdongê ne.