İbrahim Atmaca
25 Sibat 2020•Rojanekirin: 26 Sibat 2020
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca wê bibe mêvanê Maseya Edîtorên Ajansa Anadoluyê (AA).
Civîna Maseya Edîtorên AAyê wê sibê di saet 10.00an da dest pê bike û Wezîr Koca wê di civînê da li ser koronavîrusa nû û tevdîrên ku ji bonê hatine hildan bisekine û pirsan bibersivîne.
Daxuyaniyên Wezîr Koca wê li ser malpera înternetê ya AAyê (www.aa.com.tr) were weşandin, li ser hesabê Twitterê jî (@anadoluajansi) demildest were parvekirin.