Haydar Şahin
12 Îlon 2020•Rojanekirin: 13 Îlon 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd 19) ketin ji milyonek û 345 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da 8 hezar û 792 kesên din jî bi vîrusê ketin û hejmara pêketiyan derkete milyonek û 345 hezar û 199 kesan.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 232 zêde bû û derkete 32 hezar û 410an.
Hetanî nika herî zêde li Afrîkaya Başûr meriv ji ber vîrusê mirin, li Afrîkaya Başûr 15 hezar û 378 kes, li Misrê 5 hezar û 607 kes, li Cezayirê 1599 kes mirin.
Li Morîtyusê nexweşin bi vîrusê ketine tunin, li Seyşel û Ertîreyê jî hetanî nika kesek ji ber vîrusê nemir.
Li Afrîkaya Başûr 646 hezar û 398 kes, li Misrê 100 hezar û 708 kes, li Fasê 82 hezar û 197 kes bi vîrusê ketin.
Li Afrîkayê milyonek û 80 hezar û 227 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.