Dinya

Li Resuleynê êrîşa terorê: 21 sivîlên birîndar

12.09.2020 - Rojanekırın : 13.09.2020
Li Resuleynê êrîşa terorê: 21 sivîlên birîndar

Rasulayn

 Li Resuleyna navçeya li bakurê Sûriyeyê di 2 êrîşên terorê yên li pey hev hatin kirin da 21 sivîl birîndar bûn.

Li nêzî avahiya Midûriyeta Postexaneyê ya li Resuleyna li hemberî Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê pergala bombeyê înfilaq kir û teqîneke mezin çêbû.

Piraniya wan jin û zarok 21 sivîl di teqînê da birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li der û dorê û piştî teqînê zirareke mezin çêbû.

- Teqîna duduyan

Piştî teqîna ewil li navenda bajaroka Resuleynê motosîkleta bombebarkirî înfilaq kir.

Hat ragihandin ku di vê teqînê da tiştek bi tu kesî nehat.

Hêzên ewlekariyê li ser êrîşan lêpirsîn dan destpêkirin, li ser îhtimala dibe ku YPG/PKKya rêxistina terorê êrîş kiribe disekinin.

Navenda Resuleynê bi Herekata Kaniya Aştiyê va di 12ê cotmehê da ji terorê hatibû paqijkirin.

Di encama xebatên hêzên ewlekariyê yên ANSyê û MÎTê da li navçeyê pêşî li gelek êrîşên terorê hatibû birîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.