Türkan Tosun
12 Îlon 2020•Rojanekirin: 13 Îlon 2020
Li Îranê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 116 zêde bû û derket 23 hezar û 29an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 116 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 139 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya miriyan derket 23 hezar û 29an, hejmara pêketiyan jî derket 399 hezar û 940î.
Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 768an giran e û heta niha 344 hezar û 516 kes jî baş bûne.
Berdevk Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 3 milyon û 532 hezar û 874 test hatine kirin.
Lariyê diyar kir ku Tehran, Mazenderan, Gilan, Qûm, Îsfehan, Xoresana Rezewî, Azerbeycana Rojhilat, Kîrman, Xoresana Bakur, Sîmnan, Yezd, Zîncan û Qazvîn di nav "herêmên sor", Azerbeycana Rojava, Elburz, Fars, Loristan, Hurmuzgan, Erdebîl, Bûşehr, Kirmanşah, Kohgilûye-Bûyer Ehmed, Xoresana Başûr, Merkezî, Îlam, Çaharmahal-Bextiyarî, Gulistan û Hûzistan jî di nav "herêmên birîsk" da cih digrin.