Berdevkê Midûriyeta Ewlehiyê yê Baglanê Ahmed Cawîd Beşaret, diyar kir ku li giştiyê Baglanê û 117 gundan li dijî Talibanê 69 operasyon pêk anîn. Di operasyonan de 90 milîtan û 34 leşker mirin.
Beşaret ragihand ku gundên di destê Talîbanê de ne, ewil ji wan hatin standin û di operesyonê de 30 milîtan û 56 leşker birîndar bûn.
Beşaret, bal kişand li ser sedamên operesyonê û got ku milîtan nahêlin gundî kartên hilbijêriyê bigrin û ji bo ku ewlehî çêbibe wan operasyon li dar xistine.
Serokê Komîsyona Hilbijartina Xweserî yê Baglanê Abdulmelîk Henîfî jî diyar kir ku piştî ku li herêmê ewlehî pêk hat her kes dê bibe xwedî kartên hilbijartinê. Hilbijartinên Serokomariyê her diçe nêzîk dibe lê êrîşên tundî jî zêdetir dibin û hêzên ewlehiyê operasyonan li dar dixin.