Li gorî agahiya ku hêzên ewlekariyê dan, li bajarê El-Azamiyeya ku li bakurê paytext e, êrîşî mala serxweşiyê kirin. Di êrîşê de 20 kes mirin û 48 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa li bajarê es-Saliyhê de jî li seyrangehekê 3 kes mirin û 8 kes jî birîndar ketin.
Li bajarê es-Sadrê li qehwexaneyekê bombe teqiya. Pey teqînê re 3 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê El-Enbarê jî êrîşa biçek hat kirin û di vê êrîşê de jî 7 polês mirin 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist jî li navçeya Anayê êrîş birine ser mala Qeymeqam Waqqas Adnan û qerekola polêsan. Di bûyerê de 7 polês mirin 3 polês jî birîndar bûn.
Kiryarên bûyerê hêj ne diyar in.