Pisporên leşkerî yên koalîsyona ku serkêşiya wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dike, di çarçoveya berxwedana li dijî rêxistina terorê DÎŞIyê de pêşmergeyan perwerde dike.
Pisporên leşkerî li "Kampa Perwerdeyê ya Zerevanî" ya ku Wezareta Pêşmergeyan a Herêma kurdistana Iraqê (HKI) 5 kîlometre dûrî Hewlêrê amade kir, pêşmergeyan perwerde dikin.
60 pisporên leşkeriyê yên ku ji welatên wek Îngilistan, Hollanda, Almanya, Îtalya û DYAyê hatin li kampê pêşmergeyan perwerde dikin. Pispor çekên giran çawa tên bikaranîn, teqemeniyên bombe û mayinan çawa tên îmxakirin û li eniyê çawa şer tê kirin hînî pêşmergeyan dikin.
Berpirsiyarê Perwerdeya Leşkerî ya Wezaretê General Abdullah Kerîm Muhammet, der barê perwerdeya leşkerî ya pêşmergeyan da daxuyanî da rojnamegeran û destnîşan kir ku pêşmergeyên dê biçin li eniyê dijî DÎŞIyê şer bikin herî kêm mehek li kampê bên perwerdekirin.
Muhammet wiha dewam kir: "Em li vir di serî de sipasiyên xwe pêşkêşî hêzên koalîsyonê yên ku perwerdeya leşkerî ya pêşmergeyan hilda ser milên xwe û ya hemû endamên koalîsyonê ku ji bo perwerdeyê pispor şandin herêmê dikin. Pispor çekên giran çawa tên bikaranîn, teqemeniyên bombe û mayinan çawa tên îmxakirin û li eniyê çawa şer tê kirin hînî pêşmergeyan dikin. Em wekî Wezareta Pêşmergeyan giringiyê didin şerên di nav bajêr de diqewime."
Berpirsiyarê Têkiliyên Leşkerî yê Hêzên Koalîsyonê Orbest Shnaîder jî got ku dê perwerdeya leşkerî ya ku pispor didin pêşmergeyan dê bi kêrî wan bê û di şerê li dijî DÎŞIyê de jê sûdê wergirin û wiha axivî: "Tîma li vir a leşkerî ya ji pisporên ku ji welatên wek Îngilistan, Hollanda, Almanya, Îtalya û DYAyê hatin pêk tê û li kampê pêşmergeyan perwerde dike. Her ast a perwerdeyê dê 4 hefteyan dewam bike. Em ê derbarê rêbaz û stratejiyên şer de agahiyan bidin pêşmergeyan. Ji bilî rêbazan em ê tecrubeya xwe ya şer jî bi wan re parve bikin."
Shnaîder got ku gelek pêşmergeyên ku heta vê rojê perwerde kirine niha li eniyê şer dikin û wiha got: "Pêşmerge di eniyê de nîşan didin ku perwerdeya ku hildane bi kêrî wan hatiye."
Berdevkê Çapemeniya Wezareta Pêşmergeyan Helgûrt Hîkmet jî wiha axivî: "Dê yekeyên pêşmergeyan bi awayekî baş bên perwerdekirin û piştî wê perwerdeyê li eniyê şer bikin."