Türkan Tosun
01 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
ÎSTANBUL
Li Îsfehana bajarê Îranê protestoyên ji ber pirsgirêkên aboriyê û zêdebûna bihayê dolar tên kirin di roja duyem de jî dewam kir.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî, li bajarê Îsfehanê bi sedan Îranî beşdarî protestoyan bûn.
Hin esnaf û şofêrên kamyonan jî piştgirî dan xwepêşanan.
Çalakvanan li dijî rejimê dirûşme berz kirin û lastîk şewitandin.
Polêsan bi xaza rondikrêj û tomayan ve mudaxeleyî çalakvanan kir.
Ji ber ku şofêrên kamyonan nexebitîn, li hin herêman pirsgirêka neftê çêbû.
Çalakiyên ku duh li Îsfehanê dest pê kiribûn paşê derbasî bajarê Kerecê jî bûbûn.
- Qeyrana aboriyê ya li Îranê
Di meha çileya pêşîn de li Meşheda bajarê Îranê ji ber sedemên aboriyê pirsgirêkan dest pê kiribû. Paşê ev çalakî Îsfehan jî di nav de li bajarên din belav bûbûn û 25 kes miribûn.
Esnafên "Bazara Mezin" a li Tehranê ji ber ku bihayê dolar zêde bûbû xepengên xwe girtibûn û li welêt xwepêşanên nû dest pê kiribûn.
Hikûmetê hin tevdîr dîtibûn, lê qeyrana li piyasayê neguherîbû.
Di piyasaya serbest da bihayê dolar 10 hezar tumenî derbas bûbû.
Li Îranê rewşa gel a aboriyê ne baş e, kargeh tên girtin, bêkarî zêde dibe. Li ser medyaya civakî ji bo grev û xwepêşanan bang tên kirin.