Fatih Gazioğlu
06 Nîsan 2019•Rojanekirin: 07 Nîsan 2019
Li Îranê hejmara kesên ji ber lehiyê mirin gihîşte 70yî. Ji ber bûyerê di çandinî û binesaziya Îranê da ji 500 milyon dolarî zêdetir jî zirar çêbû.
Li bakur, bakurê rojhilat, rojava, başûrê rojava û nav Îranê ji hefteya borî vir da şilî dibare, ji ber şiliyê lehî radibe û hetanî nika gelek bendên avê û pire hilweşiyan, bi sedan xanî di binê avê da man.
Ji ber lehiyê hezar û 900 navçe di bin avê da man. Dewletê qasî 100 hezar mirov ji herêmê derxistin û li ciyên ewle bi cih kirin.
Li gor daneyên ku ji Navenda Rewşa Acil ya Îranê hat dayîn, ji ber lehiyê heta niha 70 kes mirin û 791 kes jî birîndar bûn.
Li welêt ji ber lehiyan herî zêde mirov li eyaleta Farsê mirin.
Di lehiyan de li Şîraza navenda rêvebiriya eyaletê 23 kes, li Loristanê 14, li Gulistanê 8, li Mazenderanê 5, li Hemedanê 5, li Xoresana Bakur 3, li Kohguliye-Bûyer Ehmedê û 3, li Xoresana Rezewiyê, Kîrmanşah, Îlam, Kum, Îsfehan, Kazwîn û Zincanê ji her eyaletê merivek bi tevahî 70 kes mirin.
- Li 16 eyaletan bi bihayê 510 milyon dolarî zirar çêbû
Serokê Rêvebiriya Krîzê yê Wezareta Çandiniyê Mihemed Mûsewî daxuyanî da ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê û got ku ji ber lehiyê li 16 eyaletên cuda bi tevahî 731 hektar zeviyî de zirar çêbû.
Mûsewî got ku zirara ku li zeviyan bi qasî 47 trîlyon riyal (qasî 360 milyon dolar) pere digre. Mûsewî diyar ki ku zirara herî mezin bi 120 milyon dolarî va li eyaleta Gulistanê çêbû.
- Ji 400 zêde pire xera bûn
Ji ber lehiyan li Gulistan, Loristan, Mazenderan û Xoresana Bakur bi tevahî li welêt 400 pire xera bûn û 5 hezar pireyan jî zirar dît.