İbrahim Atmaca
28 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2019
Li Îdlibê her çend Rûsya, rejima Beşşar Esed û komên ku Îran piştgiriyê dide wan navber dabin êrîşên xwe jî di nav 3 rojan da 47 hezar sivîlên din jî koç kirin û hatin ber sînorê Tirkiyeyê.
Kordînatoriya Midaxaleya Sûriyeyê li ser sivîlên ku ji cî û warên xwe dibin, daneyan berhev dike. Midûrê Kordînatoriyê Mihemed Hallac daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di nav 3 rojan da nêzî 47 hezar sivîlan koçî herêmên nêzî xeta sînorê Tirkiyeyê kirin.
Hallac wiha got, "Xebatên tesbîtkirina kesên ku ji cî û warên wan hatin kirin, dewam dike. Çend roj in êrîşên esmanî çênabin, lê koç hê dewam dike."
Hallac diyar kir ku heke êrîş dewam bikin, dibe ku li herêma Cebel ez-Zewiyeya başûrê Îdlibê jî koç dest pê bikin û wiha dewam kir, "Heke ku ji herêmên navborî koç dest pê bikin, jimara kesên ku di nav du mehên dawîn da ji cî û warên xwe dibin, wê derkeve nîv milyonî."
- Ji mijdarê vir va 264 hezar sivîl bê mal man
Bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derva Sedat Onal heyetekê di 23yê berfanbarê da li Moskovayê hevdîtin kirin û piştî van hevdîtinan êrîşên esmanî sekinîbûn.
Li gor daneyên Kordînatoriya Midaxaleya Sûriyeyê li Îdlibê ji mijdarê vir va jimara kesên ku koçî herêmên nêzî xeta sînorê Tirkiyeyê kirin, derket 264 hezarî.
Ji ber ku kampên Îdlibê tije bûn, seba avakirina çadiran qadên nû û binesazî tunene û ji ber ku alîkarî kêm bûn, bi hezaran sivîl ji xwe ra cî û war nabînin.
Bi hezaran malbatên ku ji êrîşan revîne û bê mal in, li benda alîkariyê ne.
- Rewşa Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê
Li gor çavdêriya nûçegihanên AAyê yên li Îdlibê êrîşên esmanî yên li Îdlibê pêr sekinîn.
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û derdora wê wek "Herêma Kêmkêkirina Rageşiyê ya Îdlibê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.
Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomîne û di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin. Sivîl ji cihên ku êrîş lê zêde ne koçî cihên aramtir, bi taybetî jî nêzî sînorê Tirkiyeyê dikin. Jimara kesên ku koçî van herêman kirin jî di nav 2019an da ji milyonekî derbastir bû.