ÎDLIB
Li Îdliba ku kontrola wê kete destê mixalifan meha remezanê di bin bomberbarana hêzên rejimê da derbas dibe.
Rejima Sûriyeyê hema hema her roj ji hewayê êrîşî bajarê ku ji vir 3 meh berê kete kontrola Artêşa Fethê ya ku ji mixalifan pêk tê dike. Ev cara ewil e ku komên mixalif bê kontrola rejimê remezanê derbas dikin lê belê gelek kêmasiyên wan hene û hewcedarê gelek tiştan in.
Kameramanê AAyê beriya şîvê dîmenên kûçe û çarşiyên Îdlibê kişand. Di dîmenan da zêdebûna biha û kêmasiya xurekê balê dikişîne. Wek mayîn rêxistina DAEŞê piraniya kanên gaz û pêtrolê di destê xwe da digirê û destûrê nade ku pêtrol here Îdlib û bajarên di destê mixalifan da ne û ji ber vê yekê jî hewcedariya pêtrolê zêde dibe.
Suheyb Ebû Yehyayê ji çalakvanên herêmê destnîşan kir ku piraniya xweyê dikanan û bazirganên bajêr ji ber êrîşan ji bajêr revîn û li gel hemû tengasiyan bawer dike ku remezan bi xwe ra xêrê bîne û wiha got: "Bihayê li bazaran di remezanê da zehf zêde bû. Li bajêr av û ceyran tê birîn. Wek mayîn hema hema her roj ji hewayê êrîşî me dikin. "