GIRÎT
Fîloya Azadiyê ya 3yan a ku ji bo dorpêçiya Îsraîlê ya ser Xezeyê serobin bike ji girava Girît a Yewnanistanê ber bi hedefa xwe ve derket rê.
Şikefa ku Serokomarê berê yê Tûnisê Mihemed Munsîf el-Marzuqî jî tê de ye wek pêşeng li pêşiya fîloyê diçe û gihîşt nav ava navneteweyî û şikefên din jî li pey wê dewam dikin. Li gor şert û mercên hewayê wisa tê texmînkirin ku fîlo wê di navbera 2-4 rojan de bigihêje Xezeyê.
Koalîsyona Fîloya Azadiyê ji bo dorpêçiya Îsraîlê ya ku ji sala 2007an vir ve li ser filistiniyan disepîne serobin bike û bala dinyayê bikişîne wê derê xebatên xwe didomîne.
Di Fîloya Azadiyê ya 3yan a ku ji 5 şikef û 48 kesan pêk tê de amûrên alîkariyê hene û tê xwestin ev amûr bigihêjin Xezeyê.
Nûçegihanê AAyê jî di şikefeke tevlî fîloyê de xwe bi cih kir, nûçe agahî û rûdanên ku di dema rêwîtiyê de biqewimin wê binivîsîne û wek nûçe biweşîne.
Fîloya Azadiyê ya 3yan bi derketina xwe ya rê ve ber bi hedefa xwe ve diçe.
Koalîsyona Fîloya Azadiyê ji "European Campaîgn to End the Sîege on Gaza", "Freedom Flotîlla Italîa", "Gaza's Ark", "Weqfa Alîkariya Mirovahî ya ÎHHyê", "Internatîonal Commîttee for Breakîng the Sîege on Gaza" (ICBSG), "Rumbo a Gaza", "Shîp to Gaza-Greece", "Shîp to Gaza-Norway", "Shîp to Gaza-Sweden" rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê.
Wezareta Karên Derveyê Îsraîlê der heqê Fîloya Azadiyê ya 3yan a bi armanca rakirina dorpêçiya li ser Xezeyê derket rê daxuyanî dabû û gotibû ku ewê nehêlin fîlo derbasî Xezeyê bibe û wê hemû aktîvîstan bişînin welatên wan. Lê der heqê rêbaza midaxeleya ku wê li ser fîloyê bê kirin de hûrgilî nehatin dayîn.