Türkan Tosun
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
ÎDLIB
Li Îdliba Sûriyeyê di êrişên şev hatin kirin de 24 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiya çavkaniyên Parastina Sivîl, muxalifên eskerî û komên dijî rejimê şev li gundên Kin Safra, Şex Ehmed, Kefrenbîl, El Xadfe, Ken Sfra û Falulê yên li ser Îdlibê va ne gelek êriş kirin.
Di êrişan de li Falulê 12, li Kefrenbîlê 3, li Şêx Ehmedê 3, li El Gadfe û Ken Safrayê bi giştî 4, li bajaroka Ebû Zuxurê jî 2 sivîl hatin kuştin.
Tîmên Parastina Sivîl xebatên lêgerîn û xilaskirinê temam kirin û birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Di nav 3 hefteyan de li Îdlibê ji 90î zêdetir sivîl di êrişan de hatin kuştin û ji 200î zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Di civîna Astanayê ya di 4-5ê gulana 2017an de Îdlib wek yek ji wan herêmên ku rageşî divê bê kêmkirin hatibû îlankirin. Lê hêzên rejimê û Rûsyayê hin caran ev peyman îxlal kiribûn.