Sevim Hatun
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê, bi minasebeta 10 Kanûna Duyem Roja Rojnamegeran de çalakiya "Beza Nûçegihanê Bileztirîn" hat lidarxistin.
Pêşbaziya bi hevkariya Midûriya Spor û Xizmetên Ciwanî û Komeleya Rojnamegeran a Şanliurfayê li Stadyuma 11ê Nîsanê hat kirin, bû qada dîmenên xweş û balkêş.
40 rojnamegerên li bajêr ên di saziyên herêmî de dixebitin, di dest de mîkrofon û rojname bazdan.
Komên rojnamegeran ku her yek ji 4 kesan pêk tê, pêşbirk bi hevdu re temam kirin. Ji komê her yek 100 metre bazda koma ku beriya hemûyan 400 metreyê xwe temam kir bû şampiyonê pêşbaziyê.
Di vê navberê de rojnamegerên ku li qadê pêşbaziya hevalên xwe kişandin jî bi lebat û xebata xwe bal kişandin.
Rojnameya Urfanatik bû yekemîn, Kanala Urfa bû duyem û rojnameya Damga bû sêyemîn.