Muhammet Kurşun
04 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
NY
Nûnera Emrîkayê YA Daîmî li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haleyê got: "Koreya Bakur moşekan bi xerabî bi kar tîne û tehdîdên nukleerî dike. Ev yek nîşan dide ku ji bo şer li ber me digere. Emrîka tu carî şer naxwaze, lê sebra welatê me jî heta cihekî ye."
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Emrîka, Japonya, Fransa, Ingîltere û Koreya Başûr ji bo nirxandina ceribandina bombeya hîdrojenê ya li moşeka balîstîk tê barkirin ji aliyê Koreya Bakur ve acil civiya.
Haleyê di konseyê de axaftin kir û got hewldanên ji bo bêçekkirina nukleerî ya Koreya Bakur bikêrî tiştekî nayên.
Haleyê got bernameya nukleerî ya Pyongyangê her ku diçe bitalûketir dibe û wiha axivî:
"Îdî bes e, me hemû rêyên dîplomatîk qedandin. Tenê zextên bihêz dê rê li ber çareseriya dîplomatîk xweş bikin. Koreya Bakur moşekan bi xerabî bi kar tîne û tehdîdên nukleerî dike. Ev yek nîşan dide ku ji bo şer li ber me digere. Emrîka tu carî şer naxwaze, lê sebra welatê me jî heta cihekî ye. Emê muttefiqên xwe û herêma xwe biparêzin."