Haydar Şahin
04 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
ŞAM
Li Sûriyeyê di êrişa rejima Beşar Esed a li ser bazara li Xutaya Rojhilat ku di nav "herêmên bêpevçûn" da ye da herî kêm 15 sivîl hatin birîndarkirin.
Berpirsiyarê Çapemeniyê yê Parastina Sivîlan ê li Eyn Termayê Omer Ebû Ubeyde daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Hêzên rejimê bi topan êrişî bazara Eyn Termayê kirin, di êrişê da herî kêm 15 sivîl hatin birîndarkirin. Rewşa hin birîndaran giran e."
Ubeyde destnîşan kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê yên li bajarokê, li bazara ku top di ser da ket jî zirareke mezin çêbû.
Feyleq Er Rehmana ji komên muxalif ên herêma Xutaya Rojhilat e do diyar kiribû ku bersiv dane êrişên rejima Esed û herî kêm 25 leşker kuştine.
Êrişa rejimê jî piştî vê daxuyaniyê hat kirin û vê jî bala raya giştî kişand.
Rejima Esed ligel agirbesta ku di çavdêriya Rûsya, Tirkiye û Îranê da hat îlankirin jî êrişî Xutaya Rojhilat a ku ev 5 sal in dorpêçkirî ye dike.