Ömer Koparan
25 Sibat 2025•Rojanekirin: 26 Sibat 2025
Konferansa Diyaloga Neteweyî ya ku li paytextê Sûriyeyê Şamê tê lidarxistin, bi beşdariya zêdetirî 600 vexwendiyî va dest pê kir.
Serokomar Ehmed Şara axaftina Konferansa Diyaloga Neteweyî ya li Qesra Gel kir û wiha got, "Kombûna çekê bi tenê di destekî da ango di destê dewletê da, ne luks, mecbûrî û ferz e."
Şara qala êş û jana hat serê Sûriyeyê kir û bal kişand ku divê welat bi yekrêzî birînên xwe bikewîne û wiha dewam kir, "Ez banga yekrêzî û pêkva xebatê li we dikim da ku Sûriye baş bibe, birînên xwe bikewîne û aş bibe."
Şara her wiha destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê mecbûr e ku xemxwarî û berpirsiyariya ji bo welêt bîne cih.
Wezîrê Karên Derva Esad Şeybanî jî wiha axivî, "Di salên borî da Sûriye bi şerekî sîstematîk ê rejimê ra û bi şert û mercên îstisnaî ra rûbirû ma û piştî azadbûnê jî me li ber zextan serî danenî, em li ser şefafî û dîplomasiya bi bandor xebitîn."
Şeybanî bal kişand ku ew hewl didin ku mueyîdeyên dijî Sûriyeyê bên bidawîkirin û derî li firsendên nû yên veberhênanê bê vekirin.
- Encamên konferansê ji bo rêveberên nû yên welêt dê bibin wek pêşniyaz
Encamên konferansê dê bibin biryararên wihareng ku ji bo rêveberên nû yên welêt dê bibin wek pêşniyaz, lê mecbûriyeta cîbicîkirina wan dê tunebe.