Haydar Şahin
01 Gulan 2019•Rojanekirin: 02 Gulan 2019
Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) diyar kir ku di çaryeka ewil a îsal da li 250 hezar kesên li Yêmenê ji cî û warên xwe hatine kirin amûrên alîkariya mirovahiyê belav kirin.
Ofêsa Yêmenê ya KBPNYyê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku hewcedariyên sereke yên piraniya penaberên navxweyî yê Yêmenê nikarin bibînin.
Di xebatên vê bi çarçoveyê hatin kirin da îsal di navbera rêbendan û adarê da alîkarî dan herî kêm 250 hezar kesî, li wan betanî, nivîn, amûrên mitfaxê û amûrên malan belav kirin.
Li Yêmena ku demeke dirêj e lê bêîstiqrarî hey di navbera Hûsiyan û hêzên hikûmetê da pevçûn derdikevin.
Hûsî ji îlona 2014an vir da Sanaya paytext di kontrola xwe da digrin, koalisyona di pêşîkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir da li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.
Di encama pevêçûn û êrîşan da sivîl bi birçîbûn, kolera, pevçûn û êrîşên ji hewayê ra rû bi rû dimînin.