Haydar Şahin
30 Nîsan 2019•Rojanekirin: 01 Gulan 2019
Wezîrê Parastinê Vladimir Padrino Lopez diyar kir ku artêşa Venezuelayê ew ê li dijî hewla derbeyê ya bi pêşîkêşiya Juan Guaîdoyê Serokê Meclisa Neteweyî (AN) yê ku xwe wekî "serokê berwext ê dewletê" îlan kiribû, têkoşînê bide.
Lopez li ser Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku vê hewla derbeyê ya dixwaze li welêt tundiyê derxe, vê holê red dikin û wiha pê da çû: "Me wekî artêş sond xwariye ku pergala qanûna bingehîn biparêzin. Li dijî hewla derbeyê ya bêbext em li ser wezîfeyê ne. Di nav yekîneyên eskerî da rewşeke derasayî tune, her kes li benda fermana fermandarê xwe ye."

Lopez ji bo Guaîdo û kesên li cem wî got ku ji bo gel bînin xeleyanê provokasyonê dikin û wiha pê da çû: "Wekî hêzên çekdar me ji avakirina welêt vir da her tim li aliyê Komara Bolîvarîst û pergala qanûna bingehîn cî girt. Xayîn ew ê tu carî bi ser nekevin."

Guaîdoyê Serokê Meclisê yê xwe wekî serokê berwext ê dewletê îlan kiribû jî li Baregeha Hewayê ya La Carlotayê ya li Caracasê bi eskeran ra vîdeoyek kişand, li ser Twîtterê weşand û bangî gel û eskeran kir ku bira derkevin kûçe û kolanan.

Vîdeo 3 deqîqeyan dikişîne, di vîdeoyê da li pêşiya wesayîteke bizirx Guaîdo, komek esker û Leopoldo Lopezê çalakvanê mixalif ê cezayê hepsa malê xwariye hene, Guaîdo bangî eskeran dike ku bira ji bo parastina qanûna bingehîn derkevin meydanan.

Guaîdo di vîdeyo da dibêje, "Ji bo welêt wekî demokratîk rakin ser piyan ez bangî we dikim ku tevbigerin. Êdî dema wê hat."
Hat ragihandin ku li Caracasa paytext hin yekîneyên eskerî rêyan dibirin, li ser hin rêyan jî wesayîtên eskerî tên dîtin.