Önder Beyter
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2018
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) bangî Îsraîlê kir ku ji biryara xwe ya rûxandina xanî û hewşiyên bedewiyan ên li Xan el-Ehmera li Qudsa Rojhilata dagirkirî, vegere.
Di daxuyaniya Berdevkiya Komîsyona YEyê da wiha hat gotin, "Rûxandinên ku bi destê Îsraîlê tên kirin û herwiha planên Îsraîlê yên avakirina wargehên nû li heman ciyî, tehdîdên li ser aştiya mayînde û çareseriya avabûna du dewletan zêde dikin."
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku polîtîkaya Îsraîlê ya avakirina wargehan, li dijî hiqûqa navneteweyî ye û wiha hat gotin, "YE dixwaze ku Îsraîl ji vê biryara xwe vegere û hemû berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da bîne cih."
Li Qudsa Rojhilat eskerên Îsraîlê duh ji serê sibê pê va hemû rêyên ku diçin warê gelheya bedewiyên Xan el-Ehmer û Ebû Newar ên li aliyê Şerîeya Rojava a Dîwarê Cudahiyê girtibûn û 40 xanî û hewşiyên li Ebû Newarê rûxandibûn.
Eskerên Îsraîlê midaxaleyî Filistîniyên ku bertek nîşanî rûxandinê dan kirin û gelek Filistînî hincirandin û hinek jê jî binçav kiribûn.
Dadgeha Bilind a Îsraîlê di gulanê da biryar dabû ku koxikên ku 190 Filistînî tê da dijîn û herwiha dibistana ku 170 xwendekar lê perwerdeyê dibînin, bên rûxandin.
Li herêma navborî, kesên ku bi destê Îsraîlê di sala 1953yan da ji herêma Çola Necefê (Negev) bi darê zorê hatibûn koçberkirin, dijîn.
Filistînî jî dibêjin ku Îsraîl bi van rûxandinan va dixwaze ku bedewiyên li herêma E1ê bi darê zorê bide koçkirin da ku wargehên Cihûyan ên li Qudsa Rojhilat, Azariya û Gola Lûtê bikin yek.