İbrahim Atmaca
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2018
RAMALLAH
Eskerên Îsraîlê li Qudsa Rojhilat ku di bin îşxalê da ye, avêt ser mal û hevşiyên bedewiyên Filistînî yên li Xan el-Ehmerê ku xerab bikin. Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas êrîşa eskerên Îsraîlê şermezar kir.
Li gor nûçeya WAFAya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê, Ebas diyar kir ku hêzên Îsraîlê cardin êrîşî Filistîniyan kir û vê yekê jî da nîşan ku divê Neteweyên Yekbûyî wezîfeya xwe bike da ku ji bo gelê Filistînê parastineke navneteweyî çêbe.
Ebas cardin bangî raya giştî ya navneteweyî kir ku ji bo gelê Filistînê wezîfeya xwe bi cih bîne. Ebas rayedarên Filistînî jî pîroz kir ku bi aktivîstên Filistînî ra li dijî "hêza dagirker a Îsraîlê" berxwedan dan ku armanca wan a "dizîna axên Filistîniyan" neçe serî.