İbrahim Atmaca
15 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
BAB/ANKARA
Li Sûriyeyê texliyeyên mecbûrî yên ji Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilatê ya di bin dorpêça rejima Esed û aligirên wê da ber bi dawîbûnê ne.
Qefleya ku duh êvarê ji Dûmayê bi rê ket, gîhiştin herêma Mertalê Feratê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li Baba herêma Mertalê Feratê dan, ji Xûtaya Rojhilatê qefleya 22yem, ji Dûmayê jî qefleya 10emîn gihîşt Babê û dûvra ber bi navendên sitarbûnê yên navçeya Ezazê hereket kirin.
Di qefleya ku ji Dûmayê bi rê ket û ji 8 otobêsan pêk tê da 55 jê zarok, 42 jê jin bi tevahî 145 kes hene.
Ji Dumaya ku li Xûtaya Rojhilatê keleha dawîn a di destê mixalifan da ye, texliyekirina sivîlan ber kutabûnê ye. Mixalifên eskerî yên ku li herêmê man jî pir kêm in û tê payîn ku ew jî di demeke kin da derkevin.
Piştî ku texliyeyên navçeya Dumayê kuta bibin, kontrola Xûtaya Rojhilatê bi temamî dikeve destê rejimê.
Di pêvajoya texliyeyên mecbûrî yên ku di 22yê adarê da dest pê kiribûn da heta niha ji 65 hezaran zêdetir kesan koçî herêmên bakurê welêt kir.
- Pêvajoya texliyekirinê
Di 19ê sibatê da Esed û alîgirên wî bi piştgiriya Rûsyayê ji bo ku Xûtaya Rojhilat a di destê muxalifan da ye hildin dest bi êrişan kiribûn.
Teyareyên şer ên Rûsyayê ji vê tarîxê pê va dest pê kiribûn êrîşên li ser Xûtaya Rojhilatê ya kêmzêde 400 hezar mirov qasî 5 salan e di bin dorpêçê da lê dijîn zêde kirin.
Di van êrîşan da gelek sivîl hatibûn kuştin û malên wan xirab bûbûn. Bi hezaran sivîlî jî xwe spartibû sitargehan û qatên jêr ên li bin avahiyan.
Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû îlankirin, rejima ku Rûsya garantorê wê ye ji nîsana borî vir da dorpêça xwe ya li herêmê zêde kiribû.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di 24ê sibatê da biryara agirbestê dabû, lê dîsa jî li Xûtaya Rojhilat êrîş û kuştina sivîlan dewam kiribû.
Rûsyayê piştî biryara KENYê di 27ê sibatê da îlan kiribû ku agirbest dê her roj di navbera 09.00-14.00an da (li gor saeta Tirkiyeyê 10.00-15.00) dest pê bike û îdia kiribû ku rejim jî vê yekê pêk bîne.
Lê hêzên rejimê guh nedabûn biryara agirbestê ya KENY û Rûsyayê û êrîşên xwe domandibûn. Ji 3ê adarê pê va jî li herêmê operasyoneke ji bejayê dabûn destpêkirin û cihên sivîl lê dijîn bombe kiribûn.
Rejim û alîgirên wê di 11-12ê adarê da ji rojhilatê hetanî rojavayê Xûtaya Rojhilat pêşda çûbûn, navçeya Harestayê dorpêç kiribûn û Xûtaya Rojhilat kiribûn 3 parçe.
Piştî ku rejima Esed êrîşên xwe zêde kirin û gelek cih bi dest xistin, bi deh hezaran kes mecbûr man ku koçî cihên di bin kontrola rejimê da bikin.