İbrahim Atmaca
27 Nîsan 2020•Rojanekirin: 27 Nîsan 2020
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku meha remezanê ji bo mensûbên hemû baweriyan "hewildana seba qenciyê bi bîr dixe".
Pompeo li ser Twitterê peyam weşand û wiha got:
"Ez hêvî dikim ku meha remezanê ya pîroz ji bo mensûbên hemû baweriyan bibe bibîrxistin da ku seba qenciyê hewl bidin. Di vê têkoşîna me ya ku bi Kovîd-19ê (vîrusa koronayê ya nû) dewam dike da ez hêvî dikim ku em (vê mehê) di çarçoveya mirovahiya me ya hevpar da bi rêyên curbecur pîroz bikin. Em wisa pîroz bikin û bidin nîşan ku li hindur û derva em girêdayî azadiyên dînan in û hemû mensûbên van dînan hembêz dikin."