Haydar Şahin
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
MÛSiL
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku li Mûsilê ji ber şerê di navbera artêşa Iraqê û DEAŞê da ji 100 hezarî zêdetir zarok rastî xetereyan hatin.
Peter Hawkînsê Nûnerê Iraqê yê UNICEFê di daxuyaniya xwe ya nivskî da got raporeke ku nîşan dide gelek sivîlên ku di nav wan da jin û zarok jî hene hatine kuştin, gelek kes jî ji ber pevçûnan cî û warên xwe terk kirine hat ber destê rêxistinê.
Hawkîns der barê hejmara zarên ku di pevçûnan da hatine kuştin da agahî neda, diyar kir ku ji 100 hezarî zêdetir zarokên ku li herêmên di kontrola DEAŞê da dijîn rastî xetereyan hatin û di şert û mercên zor da dijîn. Hawkîns bangî herdu aliyan kir ku çi dibe bira bibe bira zarokan biparêzin.
Wek mayîn Serokê Saziyên Civaka Sivîl a Mûsilê Îman el-Cebûrî diyar kir ku DEAŞ sivîlên li herêmên di dêst da bi zorê dide sekinandin ku wek mertalê zindî bi kar bîne.