Ferizat Kaya
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
HEWLÊR
Parlementera ezdî ya Parlementoya Iraqê Viyan Dexîlê ragihand ku piştî ku Mûsil ji destê DEAŞê bê xelaskirin, qeyraneke mezin li pêşiya gelê herêmê ye ew jî hebûna hêzên Heşdî Şebî ya girêdayê Îranê ye. Welatî li Mûsilê ji hebûna Heşdî Şebî aciz in.
Dexîlê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Piştî ku hebûna DEAŞê yê li wîlayeta Mûsilê bi dawî bibe li pêşiya gelê herêmê qeyraneke mezin heye. Qeyrana ewil hebûna Heşdî Şebî ya li Mûsilê ye."
Dexîlê ragihand ku Mûsil navenda suniyên Iraqê ye û ji ber vê yekê jî gelê Mûsilê ji hebûna hêzên şîa aciz e û wan qebûl nakin. Dexîlê got: " Heşdî Şebî bi zor û zextê xwe li Mûsilê b icih dike û kurd û erebên sunî jî vê naxwazin û qebûl nakin."
Dexîlê got: "Haya hêzên koalîsyon ji operasyona binîqaş hebû. Hikûmeta navendî ya Iraqê bêyî hêzên koalîsyon nikaribû vê operasyonê li dar bixe."
Parlementera êzdî Dexîl got: "Ji bo ku piştî DEAŞê, pêşeroja Mûsilê bê tayînkirin, hewce ye ku mecliseke bajêr a xurt û sivîl bê avakirin. Dexîlê ragihand ku ji bo vê jî divê bi saya hêzên koalîsyonê, di navbera hikûmeta Iraqê û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê de pişgiriyeke xurt çêbibe."