Nihat Kavşut
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 06 Hezîran 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Îsraîlê kir bila dagirkeriya xwe ya 50 sal e li ser Filistînê dewam dike rake û wiha got: "Rêya tekane ya aştiya mayînde ew e dawî li dagirkeriyê bê û bi mizakereyan çareseriyeke dudewletî pêk were."
Guterres di salvegera 50emîn a dagirkeriya li ser Filistînê da daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Ev dagirkerî barekî giran dide ser milê xelkê Filistînê û di kampên penaberan da di nav xizaniyê da dijîn."
Antonîo Guterres destnîşan kir dagirkerî tesîrê li ser jiyana xelkê Filistîn û Îsraîlê dike û wiha got: "Tundî û tolhildanê derdixe holê. Ev dagirkerî barekî giran dide ser milê xelkê Filistînê û di kampên penaberan da di nav xizaniyê da dijîn."
Guterres diyar kir dem hatiye û divê dewleteke serbixwe ya Filistînê bê avakirin û got divê Filistîn û Îsraîl li kêleka hev û di nav aştî û ewlehiyê da bijîn.