Türkan Tosun
04 Îlon 2018•Rojanekirin: 04 Îlon 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump got rejima Beşşar Esed li Sûriyeyê bêyî ku bifikire divê êrîşî Îdlibê neke û wiha got: "Ûris û Îranî heke di vê trajediya mirovahiyê de cih bigrin wê xetayeke mirovî ya mezin bikin."
Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê Sûriyeyê de daxuyanî da.
Donald Trump wiha got: "Serokê Sûriyeyê Beşşar Esed bêyî fikirîn divê êrîşî Îdliba bajarê Sûriyeyê neke. Ûris û Îranî heke di vê trajediya mirovahiyê de cih bigrin wê xetayeke mirovî ya mezin bikin. Bi sed hezaran mirov dibe ku bimrin. Destûrê nedin wan."
Îdlib keleha dawîn a muxalifên li Sûriyeyê ye. Lê 4 milyon sivîl dijîn û ew ditirsin ku rejima Esed û alîgirên wê operasyonekê bikin.
Îdlib li cihekî stratejîk e û pevçûneke li bajêr wê bibe sedem ku koçeke mezin ber bi Tirkiye û Ewropayê va çêbibe.