Önder Beyter
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump, welatên ku wê piştgiriyê bidin pêşnûmaya Qudsê ya ku wê roja pêncşemê were rojeva Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tehdîd kir ku ewê "alîkariyên madî bide sekinandin".
Trump li Qesra Spî di civîna dawîn a kabîneyê ya sala 2017an da daxuyanî da rojnamageran û ji bo welatên ku dijî biryara Amerîkayê ya der heqê Qudsê da derdikevin, bi awayekî nerasterast got ku alîkariyên darayî wê bên qutkirin.
Trump wiha xeberda, "Duh peyama Nikki (Nûnera Mayînde ya Amerîkayê li NYyê Nikki Haley) ya ji bo welatên ku li NYyê pereyê me distînin û paşê jî li Konseya Ewlekariyê li dijî me deng didin an jî yên ku potansiyela wan heye ku li Lijneya Giştî li dijî me deng bidin, xweşa min çû. Bi sedan milyonî heta bi milyaran dolarî pere distînin û paşê jî li dijî me ray davêjin. Baş e, emê jî van dengan bişopînin. Em bihêlin bira li dijî me deng bidin, wê demê wê gelek (pere) destê me da bimîne. Hîç xema me nîne."
Pêrê Amerîkayê di dengdayîna pêşnûmaya Qudsê ya ku Misrê pêşkêşî Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî kiribû da ji 15 endaman bi serê xwe dengê dijber dabû û tenê mabû. Di dengdayîna pêşnûmaya Qudsê ya li KENYyê ya ku Amerîkayê dengê dijber dabû da ji 15 endaman 14 jê dengê erênî dabû û herwiha vê yekê dabû nîşan ku biryara Amerîkayê ya Qudsê ya yekalî di raya giştî ya navneteweyî da ji xwe ra hevalan nabîne.