İbrahim Atmaca
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
MELBOURNE
HMAS AE-1a keştiya binbehr a ewil Awustralyayê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn da bi 35 murettebatên xwe va winda bûbû. Enqaza keştiya binbehrê 103 sal şûnda nêzî Papua Gîneya Nû di bin behrê da hat dîtin.
Wezîra Awustralyayê Marîse Payneyê daxuyand, enqaza HMAS AE-1ê ku di 14ê îlona 1914an da winda bûbû, li nêzî Giravên York Dukuya Papua Gîneya Nû, 300 mêtre di binê behrê da hat tesbîtkirin.
Keştiya binbehr a HMAS AE-1ê di fîloya behrê ya Awustralyayê da keştiya binbehr a ewil bû û 55 mêtre dirêj e. Awustralya ji bo parastina enkaqa keştiya binbehrê heta bi Papua Gîneya Nû ra têkiliyê daneyne û xebatan nebe serî, wê cihê HMAS AE-1ê eşkere neke.