Dinya

Ji Suweydayê 500 kesên din jî hatin texliyekirin

Ahmet Karaahmet  | 24.07.2025 - Rojanekırın : 25.07.2025
Ji Suweydayê 500 kesên din jî hatin texliyekirin

Damascus

 Piştî pevçûnên li bajarê Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê yên di 13yê Tîrmehê da dest pê kirin, 500 kesên ku li herêmên di destê komên girêdayî rêberê Durzî Hikmet el-Hecrî da asê mane, hatin texliyekirin.

Li gor peymanên agirbest û texliyeyê yên di navbera Wezareta Karên Navxweyî û Hecrî da hatin çêkirin, di tura 3yemîn a texliyeyan da sivîl ji Suweydayê hatin derxistin.

Sivîlên li herêmên di destê komên çekdar ên girêdayî Hecrî da hatin hildan, bi 6 otobês û 50 wesayîtên taybet va ji herêmê hatin derxistin.

Sivîlên li Suweydayê dijîn ji navenda bajêr hatin derxistin û ew birin bajarê Derayê.

Heta niha hezar kes ji Suweydayê hatin texliyekirin û xebatên texliyekirinê dewam dikin.

Bendê ne ku texliye dewam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın